‘Di dîroka Kurdan de cihên Leylayan girîng e’

  • 09:12 12 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Sureya Kilinç a ji bo Leyla Guven ku 125 roje ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ye helbesta ‘êş’ nivîsî, diyar kir ku wê xwe kiriye şûna Leylayê û hevokên wê carekê de herikîne. Sureya bi lêv kir ku di dîroka Kurd de cihê Leylayan gelek girîng e û di dîrokê de her tim serkeftinên mezin bi dest xistine.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 125’an de didome. Piştî Leylayê bi hezaran girtî bi heman daxwazê dest bi grevê kirin. Grev ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Sureya Kilinç a di rêveberiya HDP’a Stenbolê de cih digire, bi helbesta xwe ya ‘êş’ piştgirî da Leyla Guven.
 
Sureyayê der barê helbesta nivîsiye û tecrîda li Îmraliyê axivî.
 
‘Rakirina tecrîdê ne li gorî hesabên wan e’
 
Sureyayê daxuyakirin ku tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li hember gelê Kurd pêk tê û got: “Gelê Kurd bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan re bûye yek. Desthilatdarî jî bi tecrîdê dixxaze vê têkiliyê qut bike. Desthilatdarî bi vê tecrîdê hewl dide têkiliyê qut bike. Rakirina tecrîdê tê wateya ku pêşiya hemû gelan wê vebe. Ev jî nayê hesabê faşîzm û kapîtalîzmê.”
 
‘Min xwe kir şûna Leylayê’ 
 
Sureyayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin, wê teqez bi ser kevin û helbesta xwe çawa nivîsiye wiha vegot: "Roj û dem hene ku hestên mirovan pir zêde tên jiyîn. Dema min ev helbest nivîsî min ev rewş jiya. Min xwe kir şûna Leylayê. Ew gotin di carekê de herikîn. Di dîroka Kurd de cihê Leylayan gelek girîng e û di dîrokê de her tim serkeftinên mezin bi dest xistine."