Jiyan Ay di greva birçîbûnê de ye: Ev tecrîd an wê rabe an wê rabe
- 09:09 12 Adar 2019
- Rojane
AGIRÎ - Girtiya bi navê Jiyan Ay a li dijî tecrîda li Îmraliyê yek ji girtiyên ku dest bi grevê kiriye wiha got: "Em ê tecrîdê parçe bikin, em ê tecrîdan parçe bikin. Tecrîda li ser aştiyê yan wê rabe yan wê rabe."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 125’an de didome. Piştî Leylayê bi hezaran girtî bi heman daxwazê dest bi grevê kirin. Grev ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Girtiya bi navê Jiyan Ay a di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de hat girtin, jî ket grevê.
Jiyan Ay a li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê dimîne bi hevkariya malbata xwe peyamek der barê grevên birçîbûnê de şand. Jiyanê got baweriya wan a bi şikandina tecrîdê tam e û wiha got:"Ev tecrîd an wê rabe an wê rabe."
‘Rihê berxwedanê Leylî’
“Destpêkê ez hemû hevalan bi rihê berxwedana Leyl-î û germahiya şoreşê silav dikim,bi baweriya serkeftin û coş hezkirina xwe pêşkêş dikim. Ez hemû berxwedêrên grevê û berxwedana pîroz, pîroz dikim. Bi baweriya ku em ê tecrîdê bişkînin hemû hevalan bi hezkirin hembêz dikim. Ez van rojan wek ‘şeva berxwedanê’ ,’şeva Îmraliyê’ bi nav dikim. Bila nebêjin ev şev tarî ye, roj evîndarê hîvê ye, hîv ji rojê re secde ye. Serkeftin roj bi roj nêz dibe. Dibêjin greva birçîbûnê. Na, em ne birçîne!Bila nebêjin em birçîne, em li bende pariyek nan in. Na em berxwe didin. Belê zikê me têr e.Em van rojan bi berxwedanê vedibêjin.
Zikê me li dijî zilm, binpêkirin û tecrîdê têr e. Em bi bawerî û biryarek mezin dimeşin. Em ê bimeşin. Em ê şikandin û parçekirina tecrîdê bidomînin. Tecrîda li ser aştiyê yan wê rabe yan wê rabe. Bi vê daxwazê bi dehan kesî bedena xwe bi fedayî dikin çalakî. Dewleta Tirk hîna bêdeng e. Ev bêdengî ji daxwaza şer a bêwijdan pêk tê. Pêşeroja bê şer a Tirkiyeyê ji odeya Îmraliyê derbas dibe. Rêber Apo çareserî ye. Ger bersiv neyê dayîn wê windahiyên mezin hebin. Berpirs jî dewleta Tirk e. Agirê azadiyê di dilê me de mezin dibe. Ev agir wê keleha faşîzmê bişewitîne. Ez di vê esasê de diyar dikim ku wê berxwedana me bi serkeftinê tacîdar be. Heta azadiyê em ê bêjin ‘berxwedan jiyan e’ û em ê her tim berxwedanê mezin bikin. Ez hemû fedaiyên bedena xwe kirine çalakî silav dikim, berxwedana wan pîroz dikim. Ez bi agirê Newrozê hezkirin û rêzdariyên xwe pêşkêş dikim.”