Girtiyên di roja 87’an a greva birçîbûnê de ne di hucreyê de ne!

  • 09:08 12 Adar 2019
  • Rojane
DUZCE - Li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê girtiyên di roja 87’emîn roja çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi binpêkirin û zextan re rû bi rû ne. Malbatan diyar kirin ku ji girtiyan Suleyman Benzer di hucreyê de ye û gotin der barê rewşa wî de agahî nehatiye girtin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 125’an de didome. Piştî Leylayê bi hezaran girtî bi heman daxwazî dest bi grevê kirin. Li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê jî komek girtî di roja 87’emîn de di grevê de ne.
 
Suleyman Benzer, Mehmet Erbey û girtiyên din ku ji koma ewil de di grevê de ne, hat hînbûn ku bi zextên cîdî re tên rû hev. Malbata, diyar kirin ku Mehmet Erbey ji 83 kîloyî daketiye 67 kîloyan. Her wiha hat hînbûn ku Suleyman Benzer jî di hucreyê de tê girtin û der barê rewşa wî de agahî nehatiye girtin. Ligel vê ne ji televîzyon û ne jî mafekî din fêdeyê digire.”
 
‘Em bi pêkanînên cuda re tên rû hev’
 
Xizmên Mehmet Erbey destnîşan kirin ku girtiyan diyar kirine ku heta daxwaza wan neyê cih şûnde gavê navêjin û gotin Mehmet ev tişt ragihandiye: “Li Girtîgeha Duzceyê pêkanînên kêfî hene. Ferzkirina nîzama leşkerî heye. Bi tu awayî rojnameyê nadin. Di Tv de 2-3 kanal hene. Hevdîtina normal divê saetek an jî 45 deqe be. Lê di deqeyan sêyem de bi dawî dikin. Em dipirsin, dibêjin ‘em çawa bixwazin wê wisa be’. Beriya hevdîtinê nîzama leşkerî dixwazin. Em li dijî vê dertê, dibêjin ‘em ê qerta we ji we bigirin.’ Min jî got hûn nikarin bi tiştên wisa me tehdîd bikin.”
 
Girtiyên cezayên wan qedyane nayên berdan
 
Hat îdiakirin ku talîmata binpêkirina mafan ji aliyê midûrê girtîgehê Kazim Kaya ve tên dayîn. Her wiha hat gotin ku rastî heqeretên gardiyanan jî tên û roja hevdîtinê girtî ji bilî xizmên xwe nikarin kesekî din bipirsin. Ligel vê hat hînbûn ku 4 girtiyên ku cezayê wan salek berê qedyaye ji ber cezayên dîsîplînê nehatine berdan.