Namzeda Artukluyê: Armanca me ew e ku em demokrasiyê ava bikin

  • 09:04 12 Adar 2019
  • Rojane
Roda Aydin
 
MÊRDÎN - Namzeda Hevşaredariyê ya Artukluyê Fatma Yilmaz, anî ziman ku îro armanca wan ne girtina şaredariyan e û bi lêv kir ku armacan wan ew e ku demorkasiyê ava bikin.
 
Namzeda Hevşaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) ya  navçeya Artukluya Mêrdînê  Fatma Yilmaz, di sala 1973’an li Meletiyê hatiye dinê. Fatma, bi eslê xwe ji navçeya Bîsmîlê ya Amedê ye. Zaroktiya Fatma li Meletiyê di nav zextan de derbas bûye. Fatma û malbata xwe ji ber welatparêziya xwe li Meletyê bi zextên nijadperestan re rûbirû hatine.  Fatma piştî ku di sala 1990'î de zewiciye hatiye li Qosera Mêrdînê bi cih bûye.  Fatma ya ku niha ji bo Artukluyê namzeda hevşaredartiyê ye di sala 2014’an de jî encumena şaredariya Qoserê hatiye hilbijartin. Lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin di rêvebiriya DBP’ê de cih girtiye. Fatma di van du salên dawîn de jî di nava xebatên HDP'ê de cih girtiye û niha jî namzeta Hevşaredariyê ya navçeya Artukluyê ye.
 
‘Şaredarî  vegûherandine qereqolan’
 
Fatma, bal kişand ser beriya sê salan ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin û got ku dema şaredarî di destên wan de bûn wan bi tenê ji bo gel xebat dikirin. Fatma, bi lêv kir ku bi tayînkirina qayiman dest danîn ser vîna gel û wiha pêl da axaftina xwe: “Wan xebatên me hezm nekirin. Wan xebat, hebûn û vîna me tune hesibandin. Qayûm niha projeyên ku me çêkiribûn wekî ku projeyên wan in nîşanî gel dide. Her wiha bi tayînkirina qeyûman hemû saziyên me hatin girtin. Qeyûm tê wateya vîna gel tunehesibandinê. Şaredariyên me niha vegerandine qereqolan. Em nikarin ku bikevin şaredariyan. heta ku gel dikeve hindirê şaredariyê di gelek lêgerînan re derbas dibe. Li şûna ku gel di şaredariyan de xwe rêvebibe, şaredarî  vegûherandine qereqolan. Ev tişt nayê qebûl kirin. Mirov nikare bibêje ku qeyûm tu xizmet ji gel re kiriye. Ji ber ku xebatên wan tune ne. Li çend cihan bi rijandina asfaltê tenê xwestine ku gel bixapînin. Xebat ne ew e. Divê şaredariyên ku malên gel in û wekî qerqol tên bikaranîn ji qereqolbûnê bên derxistin û radestî gel bên kirin.  Her wiha dema mirov lê dinêre kolan û taxên Mêrdîn û navçeyên wê di nav gelaşê de ne û hemû rê hatine xirakirin. Mirov nikare di taxan de bimeşe. Her wiha dema şaredarî di destên me de bûn me li gor projeyên ku amade kiribûn butçeyek jî veqetand. Lê qeyûm niha diziyê dikin.”
 
‘Îktîdar îro dest daniye ser hem destkeftiyên jinan’
 
Fatma, da zanîn ku piştî qayim tayînê şaredariyan hat kirin saziyên jinan hatin girtin û qayim saziyên jinan şûnde dîsa  vekiriye û wiha domand: “Lê saziyên jinan ji aliyê mêran ve tên rêvebirin. Ev jî nîşan dide ku qayim xwedî fikrekî baviksalarî ye. Divê saziyên jinan ji aliyê jinan ve bê rêvebirin. Ji ber ku îro her tişt bi destê jinê tê avakirin. Lê îktîdar îro dest daniye ser hem destkeftiyên jinan û hem jî keda jinê. Her wiha îro dema mirov lê dinêre bi girtina saziyan jinan komkujî, tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan zêde bû. Dema saziyên jinan hebûn ev qas komkujÎ, tacîz û tecawiz tinebûn. Ji ber ku saziyên jinan ji van bûyeran re bûbû asteng.”
 
‘Em ê koperatîfên ji bo jinan ava bikin’
 
Fatma, di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa projeyên xwe kir: “Di serî de piştî ku me qeyûm şand dê şaredariyên me bibin şaredariya gel. Em ê şaredariya xwe bi gel re rêve bibin. Dema em xebatan bikin em ê pêşî nêrîna gel bigirin. Her wiha projeyên me yên derbarê ekolojÎk û aboriyê de jî wê hebin. Bi kurtasî ez dibêjim ku em ê li gorî daxwazên gel tevbigerin. Em ê bi gel re bixebitin. Em ê li her taxan civînan li dar bixin û daxwazên gel çi bin wan pêk bînin. Em ê kooperatîfên ji bo jinan ava bikin. Her wiha em ê ji bo ciwanan jî navendên çand û hûnerê vebikin. Ji ber ku îro pêwîstiya me ciwanan bi navnendên çand û hûnerê hene. Her wiha gelek projeyên me yên cuda jî hene. Em ê wan jî piştre ji gel re ragihînin”
 
‘Vîna gelê me nayê firotin’
 
Fatma, di dawiya axaftina xwe de got ku di 31’ê Adarê de wê gel biçe ser dinoqan û ev hilbijartin ne hilbijartinek ji rêzê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em şaredariyên xwe ji qeyûman bigirin bi şev û roj bi gelê xwe re di nav xebatan de ne û van xebatan berdewam dikin. Em dixwazin ku hemû gel xwedî li vîna xwe derbikeve û tevlî xebatên hilbijartinê bibibin. Divê em hêza xwe nîşanî dijmin bidin. Em bawer dikin ku em ê hemû şaredariyên xwe paşve bigirin. Gel li gel me ye û em jî li gel gelê xwe ne. Armanca me ne ew e ku  em şaredariyan bigirin. Armaca me bi tenê ew e ku em demokrasiyê ava bikin. vîna gelê me heye. Vîna gelê me nayê firotin. Bila herkes vê baş bizanibe.”