Ji jinan name: Tu bijî Leyla, ji bo riya aştiyê vebe…

  • 09:02 12 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Derhênerî Dîlek Gokçîn û nivîskar Ayşegul Devecîoglu ji bo Leyla Guven ya 125 roje di grevê de ye name nivîsîn û gotin ‘Tu bijî Leyla, ji bo tecrîda dij mirovahî rabe, riya aştiyê vebe, em zêdetir têbikoşin ku tu bijî.”
 
Tevî nivîskar, hunermend û siyasetmedaran jinan kampanya bi navê ‘Ji Lelayê re name’, di rojên borî de da destpêkirin. Jinên xwestin deng bidin Leylayê gotin ‘Divê em bi piştevaniyê jiyanê hembêz bikin’ û di nameyan de der barê Leylayê de daxwaz, hest û bîranînên xwe anîn ziman. Yek ji nameyan Derhêner Dîlek Gokçîn û nivîskar Ayşegul Devecîoglu nivîsî. Dîlek û Ayşegulê berê jî Leyla li mala wê ziyaret kiribûn.
 
Nameya Dîlek Gokçîn wiha ye;
 
“Birêz Leyla min di navbera 2014 û 2015’an de hûn nas kirin. Ez ji rêzdariya xwe dibêm hûn. Tu dikarî wek ‘tu dilê min î’ jî bixwînî. Ez niha dixwazim behsa beşa pirtûka ‘rengê mor yê siyasetê’ ya ku we tê de behsa xwe kiriye, bikim. Ji ber ev name di malperek înternetê de tê weşandin, yên we nas nakin jî bila bibin xwedî fikir. Hûn bi gotinên ‘Ez jinek Kurd ku bi salan berê ji kokên wê hatine qutkirin, surgunî axa Anatolya Navîn hatime kirin. Tevî her tiştî ez asîmîle nebûme, koka xwe lêkolîn dikim û têkoşînê didim, jinek Kurd ya ku bi rêwitiya azadiya jinan re hatime cem hev im. Ez di 1964’an de li Cîhanbeylî ya Konyayê hatim dinê. Ji 1994’an heta niha ez wek jinek, wek dayikek Kurd, wek femînîst û herî zêde jî bi nasnameya xwe hebûna xwe didim jiyîn’ xwe didin nasîn.
 
‘Dewletê her dem êrîş kir û helwesta xwe neguhert’
 
Xebata we ya partiyê ya di 1994’an de dest pê kiriye û di 2001’ê de profesyonel bûye heta îro bi hewldanek mezin meşyaye. Jinên Kurd bi bedelên giran destkeftiyên girîng bi dest xistine. Di dîroka têkoşînê de cihekî we yê girîng heye. Ji 24’ê Kanûna 2009’an heta meha Tîrmeha 2014’an hûn di girtîgehê de man. Lê vê hûn neçewisandin, hûn tahliye bûn bi awayekî xurt tevlî xebatan bûn. Di 24’ê Adara 2016’an de hûn bûn Hevseroka KCD’ê. Di 24’ê Çileyê 2016’an de hûn hatin binçavirin di 28’ê wê de hatin girtin. Di 24’ê Hezîrana 2018’an de hûn wek parlamenter hatin hilbijartin. Dewletê her dem êrîş kir û helwesta xwe neguhert. Qanûnên bi Enîs Berberoglu re pêk hatin, ji ber nasnameya we ya Kurd tu bandor li we nekir.
 
Di 7’ê Mijdarê de bi gotina ‘Ez bi bandora perspektîfa jinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî çalak bicih bû. Îro tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû gel pêk tê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ez jî wek parçeyek vî gelî, bi armanca protestokirina tecrîdê dikevim greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger’ we çalakî da destpêkirin. Ev pêl bi pêl belav bû. Niha 320 kes tevlî bûne. Hûn di 25’ê Çile de hatin berdan. Ev ne biryara hiqûqî, operasyona paqijkirina bi destê dewletê bû.
 
Birêz Leyla em di rojên gelek taybet de derbas dibin. Hemû dengên demokratîk hatine birîn, hiqûq û edalet hatiye binpêkirin, axa mirî avêtine ser civakê. Çalakiya we gelek girîng e. Ez ji bo we û hemû girtiyan rêzdar im. Ne hedê min e ez aqil bidim we, têkoşîna hûn didin wê bi bandortir be. Û ez êdî dest ji gotina ‘hûn’ berdidim, hevala min me dengê we bihîst, em ê zêde bikin û belav bikin. Sond dixwim. 
Hezkirinên jidil û silav…”
 
Ayşegul Devecîoglu jî ev nivîsî:
 
‘Birêz Leyla, îro şekirek ket destê min. Bi salan bû min ev şekir nedîtibû. Te şandiye, te ji jinan re şandiye. Niha li ser maseya min e, weke ku barekî giran kiriye stûyê min disekine. Dema li şekir dinêrim, odeya di wêneyan de dibînim, kanepa tu li ser radizê dibînim. Tu li ser wê kanepeyê bêhal, tiliyên te nîşaneya serkeftinê, li pêş çavên min zindî dibe. 
 
Te ji zûde roja sedî derbas kir. Ez dizanim ku evqas dema dirêj çi bi bedena mirovan dike. Tu jî baş dizanî. Hewcedariya cîhanê bi kesên wek we jîr heye. Tu bijî Leyla, ji bo tecrîd rabe, ji bo riya aştiyê vebe divê em zêdetir têbikoşin ku tu bijî.”