ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 12 Adar 2019
- Rojev
*Namzeda Hevşaredariyê ya Artukluyê Fatma Yilmaz, anî ziman ku îro armanca wan ne girtina şaredariyan e û bi lêv kir ku armacan wan ew e ku demorkasiyê ava bikin. BI DÎMEN
*Parêzer Nazan Sakalli diyar kir ku li kargeriyan jin wek hêza kar a erzan tê dîtin û nêrîna ku cihê mêra girtiye, zêdetir dibe sedema mobîngê û got: “Jina ji cihê kar tê qutkirin ji jiyana civakî jî tê îzolekirin. Divê wek her qada têkoşînê li dijî mobîngê jî rêxistinî hebe.”
BI DÎMEN
*Li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê girtiyên di roja 87’emîn roja çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi binpêkirin û zextan re rû bi rû ne. Malbatan diyar kirin ku ji girtiyan Suleyman Benzer di hucreyê de ye û gotin der barê rewşa wî de agahî nehatiye girtin.
*Girtiya bi navê Jiyan Ay a li dijî tecrîda li Îmraliyê yek ji girtiyên ku dest bi grevê kiriye wiha got: "Em ê tecrîdê parçe bikin, em ê tecrîdan parçe bikin. Tecrîda li ser aştiyê yan wê rabe yan wê rabe."
*Namzeta Beşîrî Felek Ozel diyar kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin hemû xebatên çandî qedyane û jin nikarin dakevin kolanan. Felekê got wê bi gel re Beşîriyê biguherin. BI DÎMEN
* Sureya Kilinç a ji bo Leyla Guven ku 125 roje ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ye helbesta ‘êş’ nivîsî, diyar kir ku wê xwe kiriye şûna Leylayê û hevokên wê carekê de herikîne. Sureya bi lêv kir ku di dîroka Kurd de cihê Leylayan gelek girîng e û di dîrokê de her tim serkeftinên mezin bi dest xistine.BI DÎMEN
*Derhênerî Dîlek Gokçîn û nivîskar Ayşegul Devecîoglu ji bo Leyla Guven ya 125 roje di grevê de ye name nivîsîn û gotin ‘Tu bijî Leyla, ji bo tecrîda dij mirovahî rabe, riya aştiyê vebe, em zêdetir têbikoşin ku tu bijî.”