Îtîfaqa Kurdîstanî: Ev îktîdar bi şev û roj dijminahiya gelê Kurd dike

  • 17:39 11 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Qoserê xîtabî deh hezaran kir û got: “Mêrdîn xwedî axa herî bixêr û ber a Tirkiyeyê ye. Musa ji bo dîtina vê axê emre xwe da. Van vê axê ziwa kir. Bi polîtîkaya şaş çandiniyê qedandin. Pêkhateyên îtîfaq partiyên kurd jî gotin ew ê di 31’ê Adarê de bi ser bikevin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê û heyeta Îtîfaqa Partiyên Kurd di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de bi hev re çûn navçeya Qosera Mêrdînê. Temellî û heyeta pê re di têketina navçeyê de ji aliyê girseyek qerebalix ve hat pêşwazîkirin û di cihê karwanê wesayîtan derbas bû welatiyan bi kêfxweşî HDP’iyan pêşwazî kir. Dema karwanê wesayîtan gihîşt navenda Qoserê gel bû lehî û herikî pêşiya otobusê û hezkirina xwe nîşan dan. Dema otobusa hilbijartinê gihîşt qada Mitîngê ya li kêleka otogarê coşa gel bihîşt asta herî jor. 
 
'Bijî berxwedana zîndanan'
 
Bi deh hezaran kes li qada mitîngê bi alên HDP’ê qad xemilandin û mitîngek heybet pêk hat. Li qadê rêz hat girtin û pişt re girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” berz kir. 
 
Nametên HDP’ê yên hevşaredariyên Mêrdînê derketin ser dikê û gel silav kirin. Namzetê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag kurte axaftin kirin. Namzet Fîgen Altindag diyar kir ku ew ê şaredariyê ji qeyûman rizgar bikin û ew ê şaredariyên xwe bi îradeya jinan birêve bibin. 
 
'Ev îktîdar bi şev û roj dijminahiya gelê kurd dike'
 
Ahmet Turk jî axivî û wiha xîtabî gel kir: “Em ji Qoserê silavên xwe dişînin ji Leyla Guven û girtiyan re. Gelê kurd di pêvajoyek awarte de derbas dibe. Ev îktîdar bi şev û roj dijminahiya gelê kurd dike. Neyartiya me dike. Divê em li axa xwe û şerefe xwedî derkevin. Gelê me têkoşînek gelerî û bi rûmet heta îro aniye. Em ê di 31’ê Adarê de bersiva wan bidin. Îro îpotek danîne ser îradeya gelê me. Îro dema em li Şaredariya Qoserê dinêhirin kirine karakol û kes nikare biçe şaredariyê. Çûyîna karakolê hêsantir e. Divê şaredarî ne di dorpêçê de be. Divê bi şiklek demokratîk û bi gel re birêve bibin. Lê em dizanin ji bo gelê me carek din şaredariya xwe birêve bibe wê bersiv bidin. Wê gelê kurd di 31’ê Adarê li dijî vê siyaseta înkar û tune hesibandina gelê kurd bersiva herî xurt bide. Serkeftin a gelê Mêrdînê, gelê kurd û tevgera gelê kurd a xwedî bi rûmet e.”
 
'Em jî wek her neteweyê xwedî li ax, ziman, al û nirxên xwe derkevin'
 
Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş jî wiha got: “Bila her kes bizanibe em ji vê axê naçin. Ev ax axa me ye. Em milletek qedîm bi hezarê salan e li ser vê axê dijîn. Em axa kesî dagir nakin û em naxwazin kes axa me jî dagir bike. Divê li dijî vê siyaseta qirêj em mal bi mal bixebitin û gund bi gund bixebitin û bersiva wan bidin wan. Îtîfaqa cumhur li ser me ferz kir ku em îtîfaqa Kurdistanî ava bikin. Divê em dengê xwe bikin yek û dest bidin hev û xwedî li axa xwe derkevin. Em jî wek her neteweyê xwedî li ax, ziman, al û nirxên xwe derkevin. Ji bo ev îtîfaqa me siberojê bibe bingeha îtîfaqa Kurdistana giştî em ê xebatên xwe berdewam bikin.” 
 
Berdevkê Hereketa Azadî Ayettullah Aştî jî derket ser dikê û xîtabî gel kir û banga xwedî derketina îradeya gel kir û got ew ê îtîfaqa xwe mezintir bikin û bersiva pêwîst bidin dijberên xwe. 
 
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî wiha axivî: “Serokkomar rojek dibêje Kurdistan heye û rojek jî dibêjê nîne. Gelo ka biryar bidin ka heye an nîne. Em dizanin ku bi hezaran salan e Kurdistan heye. Vaye Kurdistan li vir e û heye. Roja ku digotin Kurdistan nîne heman rojê wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê çû Başûrê Kurdistanê tev li konferansê bû. 
 
Îtîfaqa Kurdistanî gavek biçûk e lê maneya wê mezin e. Ev xeyala Mele Mustafa Berzanî, Qazi Mihemed, Cegerxwîn, Mazlum Dogan, Yilmaz Guney û Vedat Aydin e. Wê di 31'ê Adarê de îtîfaqa cumhur winda bike. Serkeftin wê ya me be. Ev çawa demokrasiye. Ev çawa hiqûq e. Em ê di 31'ê Adarê de ji qeyûman re bêjin na.” 
 
Serokê DDKD’ê Veysî Askan jî got: “Îro navê me, zimanê me û welatê me qedexe dikin û tune dikin. Fikr û ramanên me cuda be jî lê êş û kula me yek e. Heta ku em kurd nebin xwedî yek ruh, yek can û yek armanc em ê bi ser nekevin. Armanca me azadî, aştî û wekheviye. Dema em bigîhîjin vê aramncê dê yekîtiya me çêbibe. Di pêşiya me de hilbijartin heye. Ji bo vê hilbijartinê gavek yekîtiyê hatiye avêtin û me îtîfaqek mezin çêkiriye. Ev îtîfaq girîng û em dixwazin vê îtîfaqê mezin bikin. Divê em vê hilbijartinê geş bikin. Geşkirina vê hilbijartina bi dengdayînê çêdibe. Em ê di deng dayînê de çi bikin. Em ê axa xwe zimanê xwe, çanda xwe nasnameya xwe bînin bîra xwe û xwedî li îradeya xwe derkevin.”
 
Bi saetan kêliyek jî ku dengên dirûşmên “Bijî Serok Apo" û “Qatil Erdogan" li qadê bêdeng nebû, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mhmet Aslan derket ser dikê û got: “Em silavên xwe ji Leyla Guven, Sebahat Tuncel û Selma Irmak û girtiyên azadiyê re dişînin. Ez bi kurt û kurmancî dibêjim Qoser û Kurdistan Ya Me Ye. Em ê di 31’ê Adarê de di mitîngên xwe yên serkeftinê de li vir bin.”
 
Pişt re hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî derket ser dikê û dema derket coşa gel derket lûtkeyê. 
 
Axaftina Temellî wiha ye: 
 
“Dawî li tecrîdê bînin. Bi salan e em qal dikin, heta tecrîdkirina Birêz Ocalan ranebe wê aştî û demokrasî neyê vî welatî. Daxwazên me hiqûqî û rewa ne. Divê demil dest bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Lazim e Wezareta Dadê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne. Li dijî tecrîdê berxwedan û têkoşînek bi biryardarî tê birêvebirin. Em dibêjin ku bi rakirina tecrîdê re wê aştî were welat. 124 roj in Leyla Guven qala vê yekê dike. Silav û hezar silav ji Leylayê re. Leyla kî ye? Leyla jin e, jiyan û azadiye. Bi hezaran girtî deng didin dengê Leyla Guven. Hezar silav ji wan re jî. Çalakiya wan aştiyane ye. Dixwazin bi vê çalakiya xwe pêşiya rêya çareseriyê vekin. Em naxwazin tu hevalên me jiyana xwe ji dest bide. Ji bo vê yekê em her kesî vedixwînin sefên têkoşînê. 
 
17 sal e AKP îktîdar e û ev 17 sal vî welatî kurmî kirin. Welat ber bi aştiyê ve diçû lê wan planên têkbirinê amade kiribû. Hêviya welat şikandin. Lê em dibêjin HDP heye û hêvî heye. Tu kî ji welatê kî diqewirînî? Li vî welatî kurd, suryanî, ereb û gelek netewên din hene. Te hemû televîzyon û rojanmeyan desteser kiriye. Te kiriye yek televîzyon. Bi derewan welat birêve dibî. Tu bûyî cîhana derewan. 
 
Li welat pirsgirêka beka ye nîne. Li welat pirsgirêka demokrasî, aştî û azadiyê heye. Li welat pirsgirêka bêkarîyê û feqîriyê heye. Her roj her tişt tê zemkirin. Derketiye û behsa bekayê dike. Hadê wê de. Kî gotiye pirsgirêka bekayê heye. Hemû pirsgirêkan we afirandiye. Ji bo vê yekê jî hûnê ji vir biçin. HDP tê û hêvî tê. 
 
Pirsgirêka enerjiyê li Tirkiyeyê heye. Dixwazin tola vê jî ji cotkaran bistînin. Li ser navê destekê cotkaran deyndar dikin. Axa herî bixêr û bereket a Tirkiyeyê li Mêrdînê ye. Musa ji bo dîtina vê axê emrê xwe da. Vana vê axê ziwa kir. Bi polîtîkayên şaş çandiniyê qedandin. Hûn bipirsin her kes sûcdar e û her kes terorîst e. Tu ewil pirsgirêka rastî ya gel bibîne. We ewqas pir û rê çêkirin. Ez dipirsim; hûn di pira Avrasyayê de derbas bûn? Na. Lê hûn pereyê wê didin. Li vir mazot nîne û tov nîne. Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. 
 
Îro derketine dibêjin di îthala 200 ton kartol de bacê sifir kirine. Ez li vir dibêjim. Li nava van kartolan baş binêrin. Baş kontrol bikin paşê kartol jî wek pîvazan nebin terorîst. 
 
Em ê qeyûm û zîhniyeta qeyûm van ji ser vê axê paqij bikin.”
 
Temelî û heyeta pê re piştî axaftinan ji qada mitîngê veqetiyan. Gel heta ser derketina navçeyê bi otobusa hilbijartinê re meşiya.