Vîtamîna B'yê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- 16:34 11 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Hat hînbûn ku vîtamîna B'yê nadin girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ne û di greva birçîbûnê de ne. Her wiha hat hînbûn ku mafên wan ên sohbetê û derketina derve tên astengkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê dest pê kirin. Li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê jî 26 jin ketin greva birçîbûnê. Jinên di greva birçîbûnê de di hevdîtina bi malbatan re diyar kirin ku vîtamîna B'yê nadin wan û mafên wan ên sohbet û derketina derve tê astengkirin.