Li Basanê jina ji bo 8'ê Adarê qurnefîl belav kirin
- 14:53 6 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Şirnexê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê îro li Basanê qurnefîl belav kirin.
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Şirnexê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê îro li Basanê ya Şirnexê qurnefîl belav kirin. Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê yên li Basanê ev 3 roj in didomin. Bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, Namzetên hevserokatiyê yên şaredariyan yên Cizîr, Şirnex, Hezex û Basanê û gelek kesî qurnefîl li jinên Basanê hat belavkirin. Jinan di çalakiyê de kincen kurdî li xwe kirin. Girseya ku heta avahiya Navçeyê ya HDP'ê meşiyan ji aliyê gel ve bi eleqeyek mezin rast hatin.
Jinên ku qurnefîl li wan hatin belavkirin dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî têkoşîna jina" berz kirin.
Di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de dê li Cizîr û Hezexê jî li ber buroyên jinan çalakî bên lidarxistin.