Jin bi hev re bi hêz in: 'Tu jî deng bide 'Greva Jinan'

  • 13:42 6 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di metnê derbarê Grevên Jinan ên Navneteweyî de ku wê di 8'ê Adarê de bên li darxistin  banga "Ger jin rawestin wê cîhan raweste" , "Werin, hûn jî dengê xwe tevli grevên jinan bikin" hat kirin. 
 
Di metnê derbarê Grevên Jinan ên Navneteweyî de ku wê di 8'ê Adarê de bên li darxistin hat gotin "Em li çar hêlên cîhanê bi hemû jinan re cîhanê dihejînin" wekî her salê vê salê jî jin ji bo daxwazên xwe yên wekheviyê bînin ziman ji bo 8'ê Adarê amadekariya grevê dikin. Di berdewamiya metnê ku banga tevlibûna grevê hat kirin de wiha hat gotin: "Tu derdekî me yê ku em di warê  gel, jiyan û têkoşîna xwe de gavê paşve biavêjin û serî bitewînin tune ye. Em wekî jinên cîhanê bi biryar in. Em lidijî tundiya zayendî û li dijî rejîmên dagirker radibin serhildanê. Em ê dîrokê ji nû de binivîsin. Em 8'ê Adarê ji çar hêlên Tirkiyeyê deng didin grevên jinan ên navnereweyî."
 
Di metnê ku hat weşandin de çalakiyên ku wê di 8'ê Adarê di çarçoveya grevan de bên kirin  wiha hatin rêzkirin:
 
"*Em li mal, cihê kar, kolan, dibistanê û li hemû cihê ku em lê ne fikra grevê parve dikin û niqaş dikin. 
 
* Ger ku guncav be em di 8'ê Adarê de rojekê ger nebe 15 deqeyan, keda xwe ya ku jiyanê diafrînê  ya bi pere an jî bê pere radiwestînin.
 
*Em xebatê radiwestînin û em ê bi jinên li derdora xwe re  bên gel hev û pirsgirêkên xwe niqaş bikin, xeyalên xwe û daxwazên xwe biaxivin. 
 
*Li her cihê ku em lê ne em ê metnê xwe yê grevê bixwînin,
 
*Em ê prfîlên xwe yên li ser medya civakî  bi logoya grevê biresmînin,
 
*Em ê li her derê dirûşma 'Ger jin bisekirin wê jiyan bisekine binivîsin',
 
*Li şaneşîna mala xwe û  paceya xwe li  benê cilan, berdilka mutfexê, potê paqijiyê yên xwe raxînin û bibêjin 'Li vê malê grev heye,
 
*Em rojekê derdê kesan nakişînin û li şûna wan nafikirin,
 
*Em ê herî kêm ji jinekê re bibêjin tu çawa yî? Pêre sohbetê bikin,
 
*Em ê hemû qadên jiyanê ku em lê ne bi coş û hêza xwe û têkoşîna xwe bixemlînin,
 
*Em ê jin bi hev re demên xweş derbas bikin,
 
*Em ê li bajarên ku lê ne tevli meşên 8'ê Adarê bibin."