Jinên ku hatin binçavkirin dema binçavkirina wan dirêj kirin

  • 13:06 6 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, bi boneya piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê û  Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 119 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye û girtiyên ku ji bo piştgiriyê bidin di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa E’ya Mêrdînê daxûyanî da. Di daxûyaniyê de 3 jinên ku dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin hatin binçavkirin û dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, bi boneya piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê û  Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 119 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye û girtiyên ku ji bo piştgiriyê bidin di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê  vê sibehê daxuyanî dabû. Piştî daxûyaniya ku hat dayîn malbatên girtiyan dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin. Di dema berzkirina dirûşmê de polîsan malbat dorpêç kirin û derbarê sê kesên ji malbatên girtiyan de lêpirsîn da destpêkirin. Ji Malbatên girityan ên ku ji Dîlokê hatin Fîkriye Yalçin û Bîrhat Yalçin û ji Mêrdînê jî Ruken Ayav ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
 
Dema binçavkirinê 4 rojan dirêj kirin
 
Piştî hevdîtina ku bi dozgeriyê re hat kirin sê jinên ku hatin binçavkirin birin Midûriyera Polîsan a Mêrdînê. Jinên ku birin Midûriyeta polîsan hat diyarkirin ku dema binçavkirina wan heta  4 rojan hatiye dirêjkirin.