Jinên 'Bijî Berxwedana Zindanan' berz kirin hatin binçavkirin

  • 12:17 6 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, bi boneya piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê û  Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 119 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye û girtiyên ku ji bo piştgiriyê bidin di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa E’ya Mêrdînê daxûyanî da. Di daxûyaniyê de 3 jinên ku dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin hatin binçavkirin hatin binçavkirin.
 
Rêxistina Partiya Demorkatîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê, bi boneya piştgiriyê bidin Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD)  û  Parlementera partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 119 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan  dest bi greva birçîbûnê kiriye û girtiyên ku ji bo piştgiriyê bidin leylayê dest bi grevê kirin,  li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa E’ya Mêrdînê daxûyanî da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, rêvebirên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan tevlî daxûhaniyê bûn. Axaftin ji aliyê  Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay ve hat kirin.
 
‘Tecrîd pêşeroja vî welatî tarî dike’
 
Ebru, anî ziman ku wekî her roja çarşemê îro jî li ber girtîgehê daxûyaniyê didin û wiha got: “ Leyla Guven 119, Nasir Yagiz 106, Strasburgê 80, Selma İrmak û Sebahat Tuncel 51 û li hemû girtîgehan 81 rojin greva birçîbûnê dest pê kiriye. Em îro ji bo piştgiriyê bidin wan li vê derê kom bûne. Em dixwazin ku ji hemû rayên giştî re vê bi bîr bixin; her roja ku hûn daxwazên hevalên me nebihîzin her deqe û saniye li vî welatî windabûneke çêdibe. Ev welat her deqe azadî û demokrasiya xwe winda dike. Dibe ku em agahiyên xirap ji girtîgehan bigirin. Em naxwazin ku tu zirar bigihê hevalên me. Em dixwazi bêjin ku girtîgeh di bin berbirsyariya dewletê de ne. Dewlet îro mafên hevalên me binpê dike. Dewlet guhên xwe ji daxwazên hevalên me re digire û em jî vê qebûl nakin. Wekî ku hevala me Leyla jî got divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin malbat û parêzerên birêz Ocalan pê re hevdîtinê pêk bînin. Tecrîd pêşeroja vî welatî tarî dike.”
 
‘Hikûmeta ku deng nade daxwaza çalakvanan sûc dike’
 
Ebru, di berdewama axaftina xwe de got ku daxwaza hevalên wan gelek hêsan û di cih de ye û bi lêv kir ku w bi tenê dixwazin tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bê rakirin. Ebru, got ku hevalên wan dixwazin Adbdullah Oclaan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û wih dirêjî da axaftina xwe: “Divê mafê tu girtiyan neyê binpêkirin. Hikûmeta ku deng nade daxwaza çalakvanan sûc dike. Tecrîd bi xwe sûc e. ji ber vê jî em dibêjin ku em ê nebin hevkarê vî sûcî. Em dibêjin ku Leyla Guven û hevalên wê mafdarin. Em dibêjin divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji bo Leyla û hevalên wê bijîn divê daxwaza wan demildest bi cih were.”
 
Dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin
 
Piştî daxûyaniya ku hat dayîn malbatên girtiyan dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin. Di dema berzkirina dirûşmê  de polîsan malbat dorpêç kirin û derbarê sê kesên malbatên girtiyan de lêpirsîn dan destpêkirin. Malbatên girityan ên ku ji Dîlokê hatin Fîkriye Yalçin û Bîrhat Yalçin û ji Mêrdînê jî Ruken Ayav ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
 
Sê jin hatin binçavkirin
 
Li gel malbatan polîsê ku li dozgeriyê geriya sê jin bi hinceta dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirine nasnameyên wan hatin tespîtkirin. Piştî hevdîtina ku bi dozgeriyê re hat kirin sê jin hatin binçavkirin û birin Midûriyera Polîsan a Mêrdînê.