Serokê Komeleya Parastina Zarokan ji sûcê êrîşa zayendî hat girtin
- 12:01 6 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Serokê komeleya ji bo zarokan ji êrîşa zayendî biparêze hat vekirin ji sûcê êrîşa zayendî a li dijî zarokan hat girtin.
Erhan N. yê ku seroka komeleyek ji bo zarokan ji êrîşa zayendî biparêze li Enqereyê hat vekirin, li zarokan êrîşa zayendî kir. Dayika zarokê ku bi êrşa zayendî re rûbirû hat, derbarê Erhan N. yê ku ev demek dixwaze xwe jê berde de çû miduriyeta polîsan û gilî kir.
Piştî îfadeya zarok ku hat girtin Erhan N. , hat binçavkirin. Erhan N. yê ku sewkî dadgehê hat kirin, bi biryar 5'emîn Dadgeriya Sulh Cezayê di 26'ê sibatê de hat girtin.