'Jiyan ger bi wate be xweş e'
- 11:15 6 Adar 2019
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Rêhevalên Semîra Henan a ku ji bo welatê xwe canê xwe feda kir û di rûpelên têkoşînê de navê xwe da nivîsandin, axivîn. Rêhevalên Semîrayê gotin:" Jiyan ger bi wate be xweş e. Semîrayê wateya herî xweş bi têkoşîna xwe li jiyanê bar kir."
Di dîroka mirovahiyê de gelek jinên leheng ku serî ji zordarî, desthilatdarî, bindestîyê re netewandine, hene. Bi taybetî di dîroka kurdistanê de mînakên jinên berxwedêr pir in. Yêk ji wan mînakan jî Semîre Henan a ji Gundê Senarê yê Navçeya Şîyê ya Efrînê ye. Semîra ya ji gundê Senarê ji bo parastina axa xwe bi dildarî beşdarî asayîşa Cindirêsê dibe. Di 20'ê çileya 2018'an de dema êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê dest pê kirin Semirayê bi heycanekî mezin berê xwe da navçeya Cindirêsê û li wir li kêleka hevalên xwe parastina axa Efrînê kir. Semîrayê di 7'ê adara 2018'an de dema li navçeya Cindirêsê giran birindar bû ji bo nekeve destê çeteyan bombeyên xwe teqand û 5 çete bi vî awayî mirin. Semîrayê jî bi vî awayî beşdarî nava karwana berxwedêran bû. Li ser kesayet û çalakiya Semîreyê hevalên wê axivîn û behsa berxwedanî, kesayet, hevaltî, welatparêziya wê kirin.
'Semîre cewhera jina Efrînê ye'
Rêhevala Semîra Şevîn Sîdo wiha dibêje:"Dema ez jiyana Semîra tînim ber çav gotin namînin ku mirov behsa wê. Çimkî wê bi têkoşîna xwe wateyek cuda li jiyana xwe bar dikir. Bi têkoşîna xwe bal dikişand ser xwe. Wek jinek welatparêz di çeperên şer de cih girt û gihaşt şehadetê. Çalakiya Semira kir diyar kir ku jin çiqasî bi axa xwe ve girêdayî ne. Dema di çeperên şer de birîndar bû ji bo nekeve dest çeteyan bombeyên xwe teqand.Di nava çanda kurdperwerîyê de tu carî jina kurd teslîmiyet qebûl nekiriye. Car din di kesayeta Semireyê de derket holê ku jinên Kurd çiqas wêrek û leheng in."
'Em ê heta dawîyê şopdarê rêya Semîre bin'
Şevîn di dawîya gotinên xwe de wiha behsa rêhevala xwe dike:" Semira di dilê me hemûyan de cih girt hêzek pir mezin da me wek jinên Efrînê car din rihê berxwedanê nişanî herkesî da. Di nava pelên dirokê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivisand."
'Bêhna hevaltîyê jê dihat'
Her wiha Zîlan Mustefa jî wiha got:" Em 6 mehan bi hev re man kesayeta wê gelekî balkêş bû. Wê rihê hevaltiyê her zindî dihişt. Em di bin bandora wê de diman. Bi xwesteka xwe tevlî Asayîşê bû, digot ez jî dixwazim parastina axa xwe bikim a ku bi axê ve herî girêdayî jin e. Hevala min Semîre ji pêşketinê re vekirî bû her dixwest xwe pêş bixe, bi xwestek bû. Di demek kurt de serkeftinên mezin bi dest xist. Di berxwedana serdemê de gelekî bi coş têkoşiya. Tirsa wê ji tiştekî tune bû, ewqasî balafir, çekên giran hatin bikaranîn lê ew neditirsiya her ku diçû coşa wê zêdetir dibû. Diçû gundê Qudeyê tevlî şer dibû dîsa dizivirî Cindirêsê, bi bawerî berxwedanî dimeşand. Wek jinekê min hêzek pir mezin ji berxwedan û sekna Semireyê girt. Ew ê her ji bo min mînak be. Ez ê tola hevala xwe ji çeteyan hilînim ev sonda min a ji bo rêhevala min Semire ye."
'Em ê xeyalên wê bi cih bînin'
Eliya Cimo jî wiha qala berxwedana Semîra dike:"Di Cindirêsê de em bi hev re bûn. Welatparêzî, hevaltîya wê em hemû gelekî bi bandor kirin. Wek jinek Efrînê bê ku yêk kêlî bifikire canê xwe ji bo Efrînê feda kir. Jineke welatparêz bû. Bawerî, hezkirina wê yên ji bo axa Efrînê zêde bû lewra ji bo nekeve destên çeteyan xwe feda kir û li vir pênc çete jî kuştin. Em ê wek jinên Efrnê şopdarê riya Semîreyê ya berxwedanê bin."