Berxwedana Leyla Guven di roja 119'an de ye
- 11:12 6 Adar 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 119'an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 119'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike.
Heta roja îro hem ji Tirkieyê û hem jî ji dervê welat nûnerên gelek saziyan û kesên navdar hatin serdana Leylayê. Kesên ku piştevaniya Leylayê dikin dibêjin ku daxwaza Leylayê daxwaza wan e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmet dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin.
Greva birçîbûnê roj bi roj belav dibe
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 81'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 106'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 80'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 80'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 46'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 51'an de berdewam dike.
Roja yekşemê li gel parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirin. Piştî çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi ser çalakgeran de hat girtin û 5 çalakger hatin binçavkirin. Dêrsim dag li avahiya HDP'ê û 5 kesên ku hatin girtin jî di bin çavan de çalakiya xwe di roja 4'emîn de berdewam dikin.
Ji 300'î zêdetir girtî di grevê birçîbûnê de ne
Li girtîgehê her rojê komek din tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dibe. Herî dawî ji girtîgeha Şakranê 8 girtiyan piştî 15'ê Sibatê dest bi grvê kir. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li 60 girtîgehan 321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ye.
Herwiha di rojên borî de di daxuyaniya ku li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê hat dayîn de, hat diyarkirin ku girtiyên di girtîgehan de wê hemû dest bi greva birçûnê bikin û di 2'ê Adarê de van girtiyan çalakiya xwe da destpêkirin.
Divê gavên şênber bên avêtin
Li gel bertekên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.