Li ser medyaya civakî Kampanyaya ‘#LeylayaSesOlalım’
- 11:07 6 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku ji bo piştigiriya Leyla Guven îmze dan li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya ‘#LeylayaSesOlalım’ kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ket roja 119'an. 520 jinên ku ji bo ji bo Leyla kampanyaya îmzeyê dabûn destpêkirin vê carê jî li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya ‘#LeylayaSesOlalım’ kirin. Gelek kesî li ser hesabên xwe yên twitterê piştgirî dan vê kampanyayê.
" @HDPkadin: "Ger jin bawer bikin dê cîhan biguhere, dê aştî pêk were. #LeylayaSesOlalım
@barisicinkadin: Çav ji helandina mirovekê ya bi roj bi roj digirin. Em bibin dengê Leyla #LeylayaSesOlalım û jiyanê biparêzin.
@sevdakaraca: #Em bibin dengê Leyla. Di nava 520 jinî ez jî heme ku piştgiriyê didim çalakiya Leyla.
@glstnkocyigit: Ne birçîbûn lê bêdengî, dikuje. #LeylayaSesOlalım
@dilan_dirayet: Ji bo em ji tarîtiya li me tê ferzkirin bibêjin na em ji Leyla Guven re bibin deng. #LeylayaSesOlalım
@EmepKadin: #LeylayaSesOlalım Em ji Leyla Guven re bibin deng.
Kadınlar Birlikte@KBGuclu: Em bibin dengê Leyla û aştiyê.
@ABerktay: Em deng didin Leyla û jiyanê diparêzin. #LeylayaSesOlalım
@SosyalistKadin: #LeylaGüven tecrite karşı açlık grevi direnişinin 118. gününde. #LeylayaSesOlalım, yaşamı savunalım. Kadın dayanışmasıyla Leyla Güven'in yanındayız. #LeylaGüvenHaklıdırTecritKalkmalıdır
@_Angel__EwSa47_: Li dijî rejîma yekperest em bibin dengêLeyla û em tecrîdê bişkînin.
@_amedli_hiv21: "Açlık değil sessizlik öldürür" #LeylayaSesOlalım
@TJAMerkez: Ji bo em tarîtiyê bi dawî bikin em bibin dengê Leyla.
@disa_ez__: Em ne koletiyê em azadiyê dixwazin. Em bibin dengê Leyla.
@___amed_nalin: Ji bo em di rêya wekheviyê de biçin em bibin dengê Leyla.
@medciwan: Kesên ku nebihîstibin bila bibihîsin. Leyla li dijî tecrîdê serî hildide.
@Beriyan6: Ji bo Leyla bijî, em bibin dengê Leyla.
@_Lamekan_SA: Me bi hev re dît ku tu fêdeya rejîma yekperest ji bo zarok, kedkar, jinê re tune ye.