'Leyla dixwaze tecrîda li ser hemû gelan bi dawî bibe'
- 10:10 6 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Suryanî, Laz û Elewiyên li çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwedî derketin gotin:"Leyla dixwaze tecrîda li ser hemû gelan bi dawî bibe. Loma ew ketiye greva birçîbûnê."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 119'an. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven didome. Suryanî, Laz û Elewiyan jî piştgirî dan çalakiya Leylayê û gotin:"Em tenê dixwazin aştî pêk were. Loma divê em bibin dengê Leyla Guven."
Edip Arslan ê Suryanî got:"Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Em tenê aştiyê dixwazin. Loma divê em bibin dengê Leyla Guven."
Endama Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Nergiz Guzel got:"Daxwaza Leyla Guven ew e ku tecrîda li ser hemû gelên li Tirkiyeyê bê şikandin. Ev bertekek li dijî zilm û neheqiya ku li Tirkiyeyê tê jîyîn in. Serîhildana Leyla serîhildana me ye. Çi ji destên me tê em ê bikin."
Aylin Hacologlu ya Laz jî wiha got:"Em jî dixwazin bibin dengê Leylayê. Ji bo ev têkoşîna mezintir bibe çi ji destên me em ê bikin. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Daxwaza Leyla Guven daxwazek mafdar e."