Li Qamişloyê 3'emîn Mihrîcana Werzîşvanên Jin hat lidarxistin
- 10:03 6 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma ‘Em hemû Leyla Guven in’ Desteya Ciwan û werzîşê û Yekîtiya Werzîşê li herêma Cizîrê mihrîcana sêyemîn a jinên werzîşvan li herêma cizîrê li dar xistin.
Bi dirûşma ‘Em hemû Leyla Guven in’ Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Werzîşê 3'emîn mihrîcana jinên werzîşvan li Stadyoma Şehîd Hesem Kiço ya Qamişloya Herêma Cizîrê hat lidarxistin. Bi tevlîbûna werzîşvanên herêma Cizîrê, Kongreya Star, Desteya Jin û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo mîhrîcan hat lidarxistin.
Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin hat despêkirin. Pişter daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê rêveberiya buroya Werzîşê ya Yekîtiya Werzîşê Tolîn Musa û bi zimanê kurdî ji aliyê rêveberiya giştî ya Desteya Werzîşê Lîlav Xelîl hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
"Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye, di destpêka şoreşê de jin rola yekemîn temsîl kir ji hemû hêlan ve wek rewşa leşkerî, civakî, rêxistinî, netewî, siyasî û diplomasî û di dawî de beşê werzîşî ji bo rizgarbûya ji zihniyeta baviksalar hat avakirin.
Em wek jinên ciwan û werzîşvan 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê sala 2019’an li hemû jinan pîroz dikin. Em wek jinên ciwan ên werzîşvan bi boneya 8’ê adarê li hemû sazî û rêxistinên jinan ji rojava yê Kurdistanê heta her çar parçeyê kurdistanê 8'ê Adarê pîroz dikin, serkeftin û destkeftiyê jinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana YPJ’ê û bi tekoşîna Leyla Guven. Em vê berxwedanê silav dikin û em soza tekoşînê nû dikin.
Paşê li ser navê Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê Ezîma Denîz û ser navê Desteya Perwerdeyê Sermîra Hac Elî axivîn û wiha gotin;" Em roja 8’ adarê cejna jinên cîhanê li Rêber Apo, çalakvana berxwedaniyê Leyla Guven û hevalên wê, parastvanê rûmetê YPG’ê û YPJ’ê û hemû jinan pîroz dikin, em serkeftinên herî mezin ji wan re dixwazin."
Her wiha Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Werzîşê li herêma Cizîrê Yekîniyên YPJ’ê xelat kirin, paşê werzîşvanê Desteya Ciwan û Werzîşê lîstika keretê pêşkêkşkirin.
Mihrîcan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat bidawîkirin.