Ji girtiyan bang: Em li qadan dengê xwe bilind bikin
- 09:58 6 Adar 2019
- Rojane
AMED - Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê û li girtîgeha Tîpa T ya Karabukê jî girtiyan bang kirin û gotin: “Ne tenê ji ser çapemeniya civakî, hûn dikarin li qadan bi bilindkirina dengê xwe bibin bersiv.”
Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê hatibûn destpêkirin li hemû girtîgehan belav bû. Ji 1’ê Adarê şûnde jî ji 100’î zêde girtî tevlî bûn. Xizmên girtiyan ên çûn hevdîtinê, diyar kirin ku çalakiyên grevên birçîbûnê, heta daxwaz neyên cih wê berdewam bikin.
Tiştên ku girtiyan der barê grevan de aniye ziman wiha ye:
“Em li dijî çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin, nikarîbûn bêdeng bimînin. Hevalên me her roj li ber çavên me dihelin, daxwazên wan pêk nayên. Em jî bi temaşekirinê nikaribûn bisekinin.Î ro em ji 100’î zêdetir hevalî tevlî çalakiyê bûn û heta tecrîd berdewam bike em ê jî berdewam bikin. Tecrîda li ser Rêberê Apo di esasê de li ser hemû gelî pêk tê. Yên îro bêdeng rûdinin, hevkarê tiştên ku sibehê tên jiyînê ne. Ev çalakiyeke mirovane ye. Divê her kes piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Bi temaşekirinê, bi parvekirinên telefonê kes nikare bibe bersiv. Divê em li qadan dengê xwe bilind bikin.
‘Em ji bo siberojên ronî berxwe didin’
Êdî kêr gihaştiye hestî. Gelek kes ji cihê xwe ranabin. Bi dehan zarokên Kurdan bedena xwe dane ber mirinê. Dixwazin tecrîda li ser civakê bê şikandin. Em naxwazin kes wisa bijî. Divê her kes destê xwe bike bin kevir. Em ji kesî naxwazin ku bedena xwe bidin ber mirinê. Yekane daxwaza me xwedî derketina li berxwedanê ye.”
Karabuk
Li Girtîgeha Tîpa T ya Karabukê jî di 5’ê Çile de Alî Haydar Elyakut, Seyfettîn Kurt û Murat Kozat dest bi grevê kirin, greva wan ket roja 60’î. Ligel van her sê giriyan li Girtîgeha Karabukê jî ji 100’î zêdetir girtî ketin grevê. Hat hînbûn ku 3 girtiyên ewil dest bi grevê kirine 9-10 kîlo winda kirine û pirsgirêkên tenduristiyê dijîn.
Peyama ji Karabukê hatiye wiha ye:
“Me meha duyem a greva xwe li pey xwe hişt. Niha nêzî 100 hevalên me tevlî grevê bûn. Berxwedana me heta tecrîd ranebe wê berdewam bike. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelan pêk tê. 8’ê Adar û 21’ê Adarê nêz dibe, em pêşenga vê berxwedanê Birêz Leyla Guven silav dikin. Em vê bangê li gelê xwe dikin; îro ev têkoşîn li deriyê hemû mirovahiyê dixe. Werin tevlî berxwedanê bibin, bêdengiya xwe bi dawî bikin. Xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê her kes bikeve nav tevgerê. Em siberoja ronî bi hev re biafirînin.”