Jinên Ereb:Em hêvî dikin ku 8'ê Adarê bibe wesîleya şoreşên nû
- 09:24 6 Adar 2019
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Jinên Ereb ên bajarokê Çelaxa 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin:" Bi serkeftina şoreşa û têkoşîna jinê em ê 8'ê Adarê bi berxwedanek mezin pêşwazî bikin. Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pêşwazî bikin."
Jinên Ereb ên li Qamişloyê da zanîn ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê serdemek nû ji bo wan dest pê kiriye û gotin:"Em hêvî dikin ku 8'ê Adarê bibe wesîleya şoreşên nû."
'Hatina 8'ê Adarê coşa serkeftinên jinê geş dike'
Jina Ereb Semîra Mihemed wiha wateye vê rojê vedbêje:" Di destpêkê de em 8'ê Adarê roja vejîn û azadiyê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi taybet li jina berxwedêr Leyla Guven em pîroz dikin. Hatina 8'ê Adarê coşa serkeftina jinê geş dike. Bi taybet di van rojên ku berxwedanek bê hempa tê meşandin û terora DAÎŞ'ê tê tunekirin de, em dibînin ku dîrok dibe şahidê têkoşînên nû. Ji xwe ji dîrokê ve jin bi tekoşînê hatiye naskirin, êdî zincîrên koletiyê ên li ser jinê hatine şikandin. Îro jin hebûna xwe diparêzê û di qadên berxwedanê de ji bo azadiya tevahî jinan şer dike û azadiya xwe mîsoger dike."
'Têkoşîna Leyla Guven berdewamiye rihê 8 Adarê ye
Jina bi navê Ezîma Ibrahîm bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha got:" Dîroka desthilatdariyê, jin her dem wekî kole bi kar aniye. Vê desthilatdariyê nedixwest jin di rûpelên dîrokê de xwedî serkeftin bin. Lê dîroka jinê dîroka serkeftinê ye. Jin bi fedekariyeke mezin axa xwe diparêze. Têkoşîna Leyla Guven berdewamiye rihê 8 Adarê ye. Bi serkeftina şoreşa û têkoşîna jinê em ê 8'ê Adarê bi berxwedanek mezin pêşwazî bikin. Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Em hêvî dikin ku 8'ê Adarê bibe wesîleya şoreşên nû.
Em vê rojê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinê têkoşer pîroz dikin. Em dibêjin cejna vejînê li hemû jinan pîroz be."