'Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pîroz bikin'

  • 09:14 6 Adar 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de diyar kir ku ew ê vê 8'ê Adarê bi rihê berxwedana Leyla Guven pêşwazî bikin û wiha got:"Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pîroz bikin."
 
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got:"8'ê Adarê rojek girîng û bi wate ye. Roja berxwedana jinê ye. Jinên Şehbayê û tevahî jinên bakur û rojhelatê Sûriyeyê li ser bingeha netewa damokratîk û wekheviya gelan, bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde kirine û ew ê 8'ê Adarê bi serhildanek mezin pêşwazî bikin."
 
'Jinên Şehbayê hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin'
 
Rîhabê di berdewamiyê de diyar kir ku ew wekî jinên Şehbayê bi rihê berxwedana Arîn, Avesta, Sakîne û Leylayan xwe bi rêxistin dikin û her roj têkoşîna xwe ji bo azadiyê xurtir dikin û got:"Jinên Şehbayê bi tevahî netewên xwe di qadên leşkerî, civakî, jiyanî xwe bi rêxistin dikin û xwe bi rê ve dibin. Hêz û îradeya xwe ji jinên azad ên wekî Leyla Guven digirin û têkoşîna xwe ji bo azadiyê didomînin. 
 
'Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pîroz bikin'
 
Rîhabê wiha bi dawî kir:"Jinên têkoşer û berxwedêr ji bo azadiyê her roj têdikoşin, ser riya wan em jî bi hêz dibin û bi yek rihî 8'ê Adarê em pîroz dikin. Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pîroz bikin. 8'ê Adarê rojek girîng û bi wate ye. Roja berxwedana jinê ye. Jinên Şehbayê û tevahî jinên bakur û rojhelatê Sûriyeyê li ser bingeha netewa damokratîk û wekheviya gelan, bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde kirine û ew ê 8'ê Adarê bi serhildanek mezin pêşwazî bikin."