ROJEVA 6'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 6 Adar 2019
- Rojev
*Jina bi navê Peyman Ehmed a ku ev 3 sal in li dikana cilan dixebite diyar kir ku ji bo ew destên xwe li ber tu kesekî din veneke li berxwe dide û got:"Jin di her qada jiyanê de hewld dide li ser piyên xwe bisekine. Dema ku jin baweriya xwe bi xwe bîne dikare di her mijarê de bi ser bikeve." DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de diyar kir ku ew ê vê 8'ê Adarê bi rihê berxwedana Leyla Guven pêşwazî bikin û wiha got:"Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pîroz bikin."DÎMEN HEYE
*Jinên Ereb ên bajarokê Çelaxa 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin:" Bi serkeftina şoreşa û têkoşîna jinê em ê 8'ê Adarê bi berxwedanek mezin pêşwazî bikin. Em ê bi rihê berxwedana Leyla Guven 8'ê Adarê pêşwazî bikin."DÎMEN HEYE
*Endama Koordinisyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hayistan Xelef 8'ê Adarê nirxand. Hayistanê diyar kir ku di vê salê de 8'ê adarê bi coşeke cuda tê pîroz kirin û got:"Bi dawîkirina çeteyên DAÎŞ'ê û bi rizgarkirina jinên Êzidî, jinê 8'ê Adarê bi rengekî cuda pîroz bikin." DÎMEN HEYE
*Helbestkara jin a Kurd Fatma Savci derbarê berhema xwe ya helbestê ya herî dawî ya bi navê Danê Baranê de diyar kir ku wê bi sebir û kevirk bi kevirk helbesta xwe nivîsandiye û wiha got:"Ev demeke dirêj bû bi "Danê Baranê" re mijûl bûm. Ev çar-pênc sal bûn min tu berhem neweşandin. Di vî wextî de ne baran lê kevir bi ser me de bariyan. Gelek tiştên mezin qewimîn li cîhanê, rojhilata navîn û li her çar beşê Kurdistanê. Wek kurd em rastî hin êşan hatin, gotin kêm man, di bîra me ya hevpar de ciyekî xwe yê kûr çê kirin. Min bêhtir fêm kir di kelegerma janê de mirov lal e, bêdengî dojeh jî be. Divê rastî bêjim dema dinivîsînim li tu peyaman nafikirim. Dibe ku ne xem be jî ji bo min. Ez li wê cîhana xwe ya bi mij û moran, li wê qiyameta xwe ya ku lê aram dixuyim, bi giyana xwe ve mijul im."
*Havva Balci(32) ya ku dayika sê zarokane û namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Mîdyata Mêrdînê ye dibêje ku bi girtina saziyên jinan li ser jinan polîtîqayên qirêj hatine meşandin û got ku dê carekedin saziyên jinan vebikin.
*Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ji bo cîhaneke ku mirov dikarin tê de bijîn têkoşîn dan û têkoşîna wan her çiqas ji aliyê pergala serdest a mêr ve hewl bê dayîn ku hepsê tarîtiyê bê kirin, ji aliyên paşengên wan ve tê meşandin.
* Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Muşê Sîbel Genç diyar kir ku ew xwe amade dike ku projeyên girîng ên derbarê turîzm, çand û sewalkariyê de bikin meriyetê û got heta niha şaredariya AKP’ê tu pirsgirêka gel çareser nekiriye.DÎMEN HEYE
*Malbata Sîbelê ku ji aliyê Cahît Çobandede ve rastî şîdeta sîstematîk hat û ji ber xwest dev jê berde hat kuştin, sê salin li edaletê digerin. Dayika wê Naze Yilmaz beriya rûniştinê bang kir û got: “Heta dengê min derket ez qêriyam. Lê kesî dengê min nebihîst. Em di 8’ê Adarê de xwedî li Sîbel û jinên din derkevin.”DÎMEN HEYE
*Azîme Işik, Şehrîvan Çoban û Rahşan Aydin yên li girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne, bi nameyekê peyam şandin û diyar kirin ku wê dawî çi dibe bila bibe serkeftin ya wan be.
* Jinên KESK’ê bi dirûşma ‘Jin têkoşînê dikin cîhanê azad dikin’ wê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Sekretera Jinan a BES’ê Banu Aykoç got wê bi berxwedana çalakiya greva Leyla Guven jî qadan silav bikin û got: “Ji bo em dengê Leylayê bidin bihîstin 8’ê Adarê derfet e. Divê em tirsa xwe têk bibin, ji bo azadiyê hemû li qadan bin.”
*Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê û li girtîgeha Tîpa T ya Karabukê jî girtiyan bang kirin û gotin: “Ne tenê ji ser çapemeniya civakî, hûn dikarin li qadan bi bilindkirina dengê xwe bibin bersiv.”BI DÎMEN