Li Baglarê buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin
- 17:06 5 Adar 2019
- Rojane
AMED - Li navçeya Baglarê ji aliyê Meclisa Jinan a HDP'ê ve buroya hilbijartinê ya jinê bi coş û tevlibûneke mezin hat kirin
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk (HDP), li navçeya Baglarê ya Amedê buroya jinê ya hilbijartinê vekir. Vekirina buroyê li gel namzeda hevşaredar a Bajarê Mezin ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik , namzeda hevşaredar a Baglarê Zubeyde Zumrut, parlamentera Amedê Salîha Aydenîz û û gelk jinan hat kirin. Şahiya vekirina buroyê de dirûşmên "Leya Guven Rûmeta me ye", "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin û polîsan jî bi anonsan xwestin şahiyê asteng bikin.
'Jin dizanin wê dengê xwe bdiin ku'
Hulya Alokmen Uyanik di serî de mafê axaftinê girtin û got ku di pêşengiya jinan de xeta qedandinê ya ku hatiye jêbirin wê disa ji aliyê jinan ve bê derabskirin. Hulya anî ziman ku ji hilbijartinên herêmî re demek kurt maye û diyar kir ku encma 31'ê Adarê di destê jinan de ye û ew dizanin ku wê jin dengê xwe bidin ku. Hulya diyar kir ku ew bi vê minasebetê 8'ê Adarê ku nêz bûye li hemû jinan pîroz dike.
'Wê jinên kurd bi bin çavkaniya îlhamê ji bo cîhanê'
Piştre namzeda hevşaredar a HDP'ê ya Baglarê Zubeyde Zumrut axivî û çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Amedê Leya Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 118'an de berdewam dike, ya Dêrsim Dag û ya Girtiyên Girtîgehê silav kir. Zubeyde di berdewamiyê de 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û axaftina xwe bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî kir.
'Em dizanin ku jinan berxwedêr kesek nikare wê rawestîne'
Piştî Zubeydeyê parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz axivî û got ku gelê kurd ji aliyê îkdtîdarê de wekî terorîst tê dîtin û biçûkxistin. Lê wê gelê kurd li ser sendoqê bersiva wan bide. Salîha di berdewamiyê de wiha got: "Ji jinan ditirsin. Em ji nêzîkatiya wan a li hember Leyla Guven dizanin ku ew ji jinan ditirsin. Wekî ku ji Leyla Ditirsin ji me hemû jinan jî ditirsin. Ew dibin şahidên çalakiya greva birçîbûnê ku di pêşengiya jinekê de hatiye destpêkirin. Ev pêşengtî wan ditirsîne. Wekî li derve li girtîgehê jî jinên di berxwedanê de hene. Jinên berxwedêr li her derê ne. Em dizanin ku rawestandina jinên berxwedêr zahmet e. Ez dibêjim serkeftin ya me jinan e. Bi milyonan car dibêjim serkeftin. "
Şahî li ber dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi jêkirin kordeleya buroyê bi dawî hat.