Leyla Guven muayeneya doktorê dewletê red kir

  • 15:50 5 Adar 2019
  • Rojane
AMED -  Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku li mala xwe ya Amedê 118 rojin li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ye doktorê ku Wezareta Tenduristiyê şandibû û xwest wê tedawî bike, red kir.
 
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 118'emîn de didome. Wezareta Tenduristiyê ji bo Guven li malê kontrol bike bijîşk şand mala Guven. Wezaretê serê sibê bişîkek şand mala Leyla Guven. Doktorê ku wezaretê peywirdar kiribû, got "Ez ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê ve hatime wezîfedarkirin." Doktor belgeyek nîşan da ku li gorî wê belgeyê, ji bo kontrola rûtîn a Leylayê hatiye wezîfedarkirin. Leyla daxwaza doktor a ji bo kontrolê red kir. Hate ragihandin ku bi doktore amûrên pîvandina tansiyonê, rêjeya şekir û mêzîn hebû. 
 
Leyla, daxwaza muayineyê ya kesê ku got Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê ew peywirdar kiriye û hatiye, red kir.