Li Dêrikê 'Qada Jina Şoreşger' bi şahiyekê hat vekirin
- 15:46 5 Adar 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi munasebeta 8'ê adarê bi dirûşma "bi pêşengtiye leylayan em ê tekoşînê mezin bikin bi Rêber Apo re azad bijîn" Qada Jina Şoreşger bi şahiyekê li bajarê Dêrikê hat vekirin.
Li bajarê Dêrikê yê giradayî Kantona Qamişloyê bi hatina 8'ê adarê cejna jinên cîhanî bi pêşengtiya Kongreya Star Qada Jina Şoreşger li pêşiya Mala Jinê ya Dêrika Qamişloyê bi şahiyekê hat vekirin.
Qad bi alên ji rengên jinê hat xemilandin, her wiha jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî şahiyê bûn. Vekirina Qadê bi tevlîbûna bi sedan jinên sazî û rêxistinên jin ên bajar hat vekirin. Şandeyek ji koordnasyona Kongeya Star di şahîyê de hazir bû. Di nava tilîliyên jinan de hatin pêşwazîkirin.
Endama koordinasyona Kongreya Star Munewer Xalid axaftin kir û got:"Em ber bi 8'ê adarê ve diçin bi pêşengiya jina azad em cejna xwe pîroz dikin, cejna xemla jin heqîqeta jin û rastiye ku bi hezarê salan hatibû veşartin, îro bi rihê tekoşîna jinê bi rengekî azad tê pîrozkirin. Dema em vê rojê pênase dikin tim dîroka destani ye jin bi pêlên zêrîn tê nivîsandin, îro kombûna jinê ji bo pîrozkirina vê cejnê kelecenake xurt di dilê me de çê dike. Ji bo wê jî em çiqas qala qehremantiya jinê di wateye vê rojê bikin kêm e. Dîsa em vê cejnê li tevahî jinan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku 8'ê adarê bibe cejna azadiye Rêber Apo û serkeftina tevahî gelên azadîxwaz."
Her wiha axaftin li ser navê beşdarvanên jin yên tevahî saziyan wekî, Malbatên Şehîdan, Aboriye jin, Buroya jin di şaredariye gel de, çand û huner û her wekî din hat kirin.
Piştre Koma Dîlana ya Şehîd Zîlan navenda Dicleyê a çand û hunerê dîlanek leyistin.
Şahî bi gerandina govendê û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat bi dawîkirin.