Jinên Şirnexî daketin qadan

  • 15:45 5 Adar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclisa HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya çalakiya 8'ê Adarê de Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de piştî ji girtiyan re kart şand li navçeya Hezexê li jinan qurnefîl belav kirin.   
 
Meclisa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di çarçoveya bernameya ku duh destpê kirin de îro ji girtiyên jin re kart şandin û piştre jinên li bazarê li jinan qurnefîl belav kirin. Jinên botanê ku Sîlopî Şirnex, Hezex, Qilebanê û li Cizîrê çûn postexaneyê kartên ku li ser wan nivîs nivîsandin ji jinên girtî re şandin. 
 
'Em berxwedana li girtîgehan silav dikin'
 
Jinên ku li Cizîrê li ber postexaneya li ser Kolana Nisêbînê kom bûn ji jinên girtî re kart şandin. Li ser navê Komê Nuran Îmîr axivî û got ku ew berxwedana li zindanan silav dikin. 
 
Piştî şandina kartan jinan bi çepikan durûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Li bazarê li jinan qurnefîl belav kirin
 
Li navçeya Hezexê jî bi dehan jin li gel namzeda hevşaredariyê ya Hezexê û parlamenter Nuran Îmrî çûn bazar û qurnefîl li jinan belav kirin. 
 
Di çarçoveya bernameyê de wê sibe jî li Basanê meşa bi erbane li dar bixin.