'Agirê têkoşîna Viyan Soran li hember zihniyeta baviksalarî rihê 8'ê Adarê geş kir'
- 15:35 5 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li bajarê Til Temirê semîner hat dayîn û sinevizyon hat temaşekirin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dehan jin û mêr li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir a Kantona Hesekê, amade bûn. Di semînerê de Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdullah jî amade bû.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pekrewanên azadiyê, sinevizyona ku Serpêhatiya 8'ê Adarê û têkoşîna jinên ku di dîrokê de ber xwe dane, şîrove dike, hat temaşekirin.
Hevseorka Kantona Hesekê SemerAbdullah jî 8'ê Adarê li tevahî jinên kedkar ên cîhanê pîroz kir û wiha dom kir:"Em kêliyên dîrokî dijîn, hember vê pêvajoyê ku jin tê de derbas dibe pêwîst e têkoşîna xwe blind bike. Şervanên YPJ'ê ji jinên cîhanê re bûne mînaka jina berxwedêr û azad. Êdî hêzên YPJ'ê hevsengiya cîhanê guhert û xwe bi hêz û îradeya xwe weke jinên azad da qebûlkirin û têkoşîna wan a li hember tunekirina terorê didome."
Semerê di berdewamiyê de got cejna îsal ji bo me pir bi wate ye û wiha pêl da axaftina xwe:"Li hember îxanetê Bêrîtan, li hember faşîzmê Sakîne Cansiz û li hember zihniyeta baviksalarî agirê têkoşînê yê Viyan Soran 8'ê Adarê geş kirin. Êdî dem hatiye ku terror tune bibe û serkeftin were ragihandin. Em çiqasî bi şans in ku îro em azad dijîn û cejna 8'ê Adarê pîroz dikin."
Semîner bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.