Pervîn Bûldan: Em ê bendên faşîzmê hilweşînin û 31'ê Adarê pêşwazî bikin

  • 14:17 5 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a geşta xwe ya hilbijartinê li navçeya Elbak a Wanê domand, diyar kir ku ew baş dizanîn ku gelê Elbakê di hemû hilbijartinan de dengek bilind daye partiya xwe û got: “Di vê hilbijartinê de jî, dê ji sedî 90 neyê xwarê. Emê bi hevre îmzeya ji sedî 90 bavêjin û ev serketin dê serkeftina gelê Elbakê be.”
 
Geşta hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûlan û şandeya pê re, ya li navçe û bajarên herêmê berdewam dike. Bûldan a derbasî Wanê bû, dê bi tevlîbûna  Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak û şandeya pê re, dê 2 rojan li navçeyên Elbak, Westan, Rêya Armûşê û Tûşba yên Wanê bi gel re bên gelhev.
  
Pervînê û şandeya pê re, di ketina navçeya Elbakê ya Wanê de, ji aliyê parlementer, namzetên hevşaredariyan, rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê ve hatin pêşwazî kirin. Bûldan û şandeya pê re li ser rê gel silav kirin. Gel bi coş û moralek mezin Qada Cumhuriyetê tije kirin. Gel bê navber li ber stranên HDP’ê guvend gerandin û fîtîk berz kirin. Namzetên Hevşaredariya Elbakê Şengul Polat û Erkan Acar gel silav kirin û dûre Buldan xîtabî gel kir. 
  
Pervînê, bal kişand ser geşta xwe ya Botan, Colemêrg û Geverê û wiha axivî: “Berî ku em ji vê derê herin, me xwest em Elbakê bê silav nehêlin. Hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê pir girînge. Bi barîkatan dixwazin hevdîtina me ya bi gel re asteng bikin. Divê hilbijartinê de, emê hemû barîkatan derbas kirin û wisan herin hilbijartina 31’ê Adarê. Li hemû cihan, li pêşiya me barîkatan datînin. Bila danin, bi xwedê emê qezenc bikin. Dê qet nekarin pêşiya vê yekê bigirin.”
  
Pervînê, da zanîn ku gel ji bo ku ji AKP’ê xelas bibe, li benda dîroka 31’ê Adarê ye û wiha bilêv kir: “Elbak a me bû. Qeyûm tayînê vê derê jî kirin. Qeyûm tayînê Wan û hemû navçeyên wê kirin. Van qeyûman, xwestin hemû nirxên gelê Kurd ser û bin bikin û bi hezaran karkerên şaredariya Wanê ji kar avêtin. Bakir Kaya girtin. Ji ber dizanîn dê HDP li Wan û hemû navçeyên wê qezenc bike. Namezetên hevşaredariyên me ji bo ku qeyûman paşve bişînin Enqerê, wan şaredariyan dîsan bikin şaredariyên we, ketine rê.”
  
Pervînê, çalakiya greva birçîbûnê  jî nirxand û wiha pê de çû: “Tenê daxwazeke hevalên me hene. Dixwazin Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Divê ev daxwaz bê qebûlkirin. Divê Wezareta Dadê, qanûnên derxistine pêk bîne. Em xwedî daxwazên hevalên me yên di greva birçîbûnê dene derdikevin. Divê tecrîd rabe. Leyla Guven bijî û grevên birçîbûnê bi dawî bibin.”
 
Pervînê di dawiya axaftina xwe de ev peyam dan: “Em baş dizanîn ku Elbakê di hemû hilbijartinan de, dengek bilind daye partiya xwe. Di vê hilbijartinê de jî, dê ji sedî 90 neyê xwarê. Emê bi hevre îmzeya ji sedî 90 bavêjin û ev serketin dêk serkeftina gelê Elbakê be.”
 
Pervînê û şandeya pê re, piştî hevdîtina gel a li Elbakê, ji bo biçin Westanê, ketin rê. 
Parve bike: