ÎRA: Di Sibatê de 46 rojnameger ji ber karê xwe hatine darizandin

  • 12:56 5 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Înîsiyatifa Rojanemgerên Azad (ÎRA) rapora meha sibatê aşkere kir. ÎRA, diyar kir ku di Sibatê de 46 rojnamger hatine darizandin û hêj 163 rojnameger girtî ne. 
 
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Sibatê bi daxuyaniyekê aşkere kir. ÎRA, di raporê de anî ziman ku ji dane û raporan xuya dike ku zextên hikûmetê li ser çapemeniyê zêde dibe û wiha got: "Her roj rojnameger tên darizandin û rastî ceza tên. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) li diji darizandina rojnamegeran in. Em çawa duh li dijî darizandin û zextên li ser rojnamegeran bûn emê îro û sibê jî li dijî zextên li ser çapemeniyê bin û ji bo azadiya rojnamegeran emê têbikoşin. Em dibêjin rojnameger ji ber xebatên rojnaemgeriyê divê neyên darizandin û rojnamegerî ne sûc e. Em dixwazin bi lez hevpîşeyên me serbest bên berdan." 
 
ÎRA bîlançoya Sibatê jî aşkere kir û ev dane parve kirin: 
 
163 rojnameger girtî ne, 3 rojnameger hatin binçavkirin, 1 rojnameger hat girtin, 2 rojnameger doz li wan vebû, 46 rojnameger hatin darizandin, 1 rojnameger rastî 2 sal ceza hat, 8 rojnameger hatin berdan. 1 rojnaemger ji dozekê beraak kir.