Li Kampa Serdemê perwerdeya Jîneolojiyê dest pê kir
- 12:23 5 Adar 2019
- Rojane
Hesna Mihemed
ŞEHBA - Li kampa serdemê perwerdeya Jîneolojiyê hat destpêkirin. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn anîn ziman ku ew bi beşdarbûna vê perwerdeyê xwe gelek bi siûd hês dikin û wiha gotin:"Ji bo pêşketina jinan perwerdeya Jîneolojiyê girîng e loma divê her jin bikaribe beşdar bibe."
Li Kampa Serdemê a Kantona Şehbayê, Perwedeya Jineolojiyê hat destpêkirin. Perwerde 10 rojan didome û li ser dîroka jin, girîngiya perwerde, hevjiyana azad, şerê taybet û civaka xwezayî, ew ê bê rawestandin. Jinên Efrînê ku tevlî perwerdeyê bûn nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Cewhera jinê hat şîrovekirin'
Mamosteya Jineolojî Zexo Can Husên wiha dibêje:"Ev du roj in ez li kampa serdemê waneyên di derbarê jin û pirsgirêkên wê, zayendperestî û çareseriya ji bo pirsigirêkên zayendperestiyê didim. Em weke mamoste me bi zimanek hêsan û mînakên ber bi çav û têkildarî jinê anîn ziman. Her wiha pirsgrêkên jin û civakê hatin nîqaşkirin. Cewhera jinê hat şîrovekirin. Beşdarbûna jinan ji bo waneyê re baş bû pirsgirêkên xwe yên rojane îfade kirin. Bi hêvî ne ku dewreya perwerdekirinê li her du kampan were vekirin em jî weke mamoste amade ne ku tiştên li gel me ji jinan re parve bikin."
'Em ê xwe perwerde bikin heta em bigihêjin armanca xwe'
Her wiha jina bi navê Dicle Birîmo ku beşdarî perwerdeyê bûye ev tişt got:"Em weke jin tevlî vê perwerdeyê bûn waneya me li ser hevjiyana azad, jineolojî û gelek mijarên din tên şîrovekirin. Me pir sûd heta niha girt, divê ku her jin xwe perwerde bikin heta ku em bigihêjin armanca xwe, em bigihêjin azadî û wekheviyê û mafê tevahî jinan bidest bixin."
'Divê jin xwe nas bikin û ji bo azadiya xwe têbikoşin'
Jina bi navê Gulşan Şêxo ji Kantona Efrînê bi lêv kir û got:"Ev perwerde gelek baş e ji bo me ku em dîrok û rastiya jina nas bikin. Divê tevahî jin xwe perwerde bikin, rastiya xwe nas bikin û têbikoşin ji bo azadiya xwe."