Berxwedana Leyla Guven di roja 118'an de ye

  • 11:42 5 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 118'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 118'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike. 
 
'Daxwaza Leyla daxwaza me ye'
 
Heta roja îro hem ji Tirkieyê û hem jî ji dervê welat nûnerên gelek saziyan û kesên navdar hatin serdana Leylayê. Kesên ku piştevaniya Leylayê dikin dibêjin ku daxwaza Leylayê daxwaza wan e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmet dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin.  Dayikên Plaza De Mayo ku ji Arjantînê hatin û heyeta bi wan re bang kirin ku divê Leyla Bijî û Tecrîd bê rakirin. Herwiha jinên Arjantînê bi vê minasebetê ji Serok komar, Wezareta Dadê û ji Wezareta Karên Hundir re jî name şandin. 
 
Arjantin'den gelen Plaza De Mayo Anneleri ve beraberindeki heyet Leyla’nın yaşaması ve tecridin kaldırılması çağrısında bulunmak için Cumhurbaşkanlığı, Adalet Bakanlığı ve İçişleri Bakanlığı'na mektup gönderdi. Mektupta, "Bizler Arjantin'den gelen heyet olarak Kürtlerin yaşam hakkı olduğuna ve tecridin kaldırılması gerektiğine inanıyoruz. Tecrit bir insanlık suçudur ve kabul edilemez. Biran önce üzerinize düşeni yapın ve yasalarınıza uyun" ifadeleri yer aldı.
 
Greva birçîbûnê roj bi roj belav dibe
 
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 80'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 105'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 79'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 79'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 45'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 50'an de berdewam dike.
 
Di rojên borî de li gel parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer  jî li avahiya HDP'ê ya Amedê  dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirin.  Piştî çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi ser çalakgeran de hat girtin û 5 çalakger hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
Ji 300'î zêdetir girtî di grevê birçîbûnê de ne
 
Li  girtîgehê her rojê komek din tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dibe.  Herî dawî ji girtîgeha Şakranê 8 girtiyan piştî 15'ê Sibatê dest bi grvê kir. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li  60 girtîgehan  321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ye. 
 
Herwiha di rojên borî de di daxuyaniya ku li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê hat dayîn de, hat diyarkirin ku girtiyên di girtîgehan de wê hemû dest bi greva birçûnê  bikin û di 2'ê Adarê de van girtiyan çalakiya xwe da destpêkirin. 
 
Divê gavên şênber bên avêtin
 
Li gel bertekên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.