Parêzerên Abdullah Ocalan cara 795'emîn serlêdan kirin
- 11:39 5 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re li Îmraliyê hevditin bikin cara 795'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bikin carek din serlêdan kirin. Ji parêzerên Ocalan Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlum Dînç bi armanca bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 795’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.