Jinên Mêrdînê: Em ê îsal bi rihê Leylayan biçin 8’ê Adarê
- 10:44 5 Adar 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de axivîn û anîn ziman ku wê îsal bi rihê Leylayan biçin 8’ê Adarê.
8'ê Adarê ku dîroka xwe ji çalakiya 40 hezar kedkarên tekstîlê yên di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê DYA New Yorkê ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin û di encamê de 129 jinên kedkar jiyana xwe ji dest dan digire, her sal wekî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê pîrozkirin. Jin di vê rojê de li hemû deverên cîhanê di 8'ê Adarê de dadikevin qadan û daxwaza xwe yên azadiyê bi çalakiyên ku li dar dixin tînin ziman. Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê ên vê salê de jinên Mêrdînê ku amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin, daxwazên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê vê salê bi rihê Leylayan biçin 8’ê Adarê.
‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ne’
Jina bi navê Samiye Demîr, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku bi girankrina tecrîdê re komkujî, tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinê zêde bûye û ev tişt got: “Ez dixwazim ku hinek behsa Nisêbînê bikim. Beriya ku tecrîd bê girankirin jin dikaribûn ku heta saetên dereng li derve bin. Lê belê niha jin nikarin êdî li kolanan bin. Jin nikarin bi awayekî azad bijîn. Jin tim li vir rastî tundî û zextan tên. Em hêvî dikin ku ev tecrîd rabibe. Baweriya me ew ku dê ev tecrîd rabe. Her wiha bi rakirina tecrîdê dê tundiya li dijî jinê jî bi dawî bibe. Em dibêjin ku daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Em ê îsal bi rihê Leylayan berê xwe bidin 8’ê Adarê. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û di wê rojê da daxwazên xwe bînin ziman.”
‘Çalakiya Leyla Guven rêya me ronî dike’
Samiye, di berdewama axaftina xwe de got ku Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi greva birçîbûnê ya ku daye destpêkirin re dîrokekê dinivîse û wiha pêl da axaftina xwe: “Greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven daye destpêkirin ji bo me jinan gelek girînge. Leyla Guven niha dîrokekê dinivîse. Çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin rêya me jinan ronî dike. Îro tecrîda ku hatiye girankirin ne bitenê li ser Ocalan her wiha li ser hemû gelan pêk tê. Heta ku tecrîd neye rakirin mirov nikare bibêje ku jin azadin. Em 8’ê Adarê bi rihê Leyla Guven pêşwazî dikin. Em ê ala Leyla Guven li her deverê qada jiyanê hildin. Em ê wekî her carê bi deng û vîna xwe bang bikin. Ez 8’ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz dikim.”
‘Em ê li qadan bin’
Jina bi navê Derya Akyol jî got ku ew îsal bi pêşengiya Leyla Guven berê xwe didin 8’ê Adarê û wiha domand: “Daxwaza Leyla Guven daxwaza hezaran e. Daxwaza Leyla Guven daxwazek mafdar e. Di serî de jî daxwaza Leyla Guven daxwaza me jinan e û em dixwazin ku daxwaza wê bi cih bê. Li Şuna ku di vê pêvajoyê de girîngiyê bidin jinan berovajê wê girîngiyê nadin. Divê îro em jin jî xwedî Leyla Guven derbikevin û deng bidin wê. Divê pêvajoyê de divê jin di rêza herî pêş de bisekine. Em jin mafên wekhev û azadiyê dixwazin. Vê 8’ê Adarê em ê dengê jinê bilind bikin û di pêşengiya Leyla Guven de em ê li qadan bin. Di 8’ê Adarê de ji bo daxwaza Leyla Guven bi cih bê divê em jin dakevin qadan.”
‘Em ê jin hemû qadan bikin qada têkoşînê’
Jina bi navê Zeynep Sevluş jî da zanîn ku greva birçîbûnê ya Leyla daye destpêkirin çalakiyek di cih de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi ji destê me bê em ê bikin. Divê em li her devera jiyanê dakevin qadan. Her çiqasî em nikaribin biçin gel Leyla Guven divê em hin tiştan bikin. 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li pêşiya me ye. Ev 8’ê Adarê ji bo destpêkekê ye. Ji bo em piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê xebatek grîng pêwîst e. Ger pêwîst be em jin jî bikevin grevên birçîbûnê. Divê em li dora Leyla Guven bibin xelek û têbikoşin ji bo van grevên birçîbûnê. Divê her qad bibe qada têkoşînê. Bi berxwedana jinê em ê tecrîdê bişkînin. Di 8’ê Adarê de bawer dikim ku em ê bi ser kevin. Em bawer dikin ku em ê dengê xwe bigihînin cihanê. Di 8’ê Adarê de divê em bêdeng nemînin û tişta pêwist bikin. Dema em jin bixwazin dikarin biserkevin.”