Amadekariyên Tevgera Jinên Kevena Zêrîn ên ji bo 8 Adarê didomin

  • 10:13 5 Adar 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Ji bo amadekariya  8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Tevgera Çanda Jinan Kevana Zêrîn dest bi amadekariya çalakiyên xwe kirin û bi rihê berxwedana jina Kurd roja 8'ê Adarê ew ê pêşwazî bikin.
 
Tevgera Çanda Jinan Kevana Zêrîn amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê didomîne. Endamên Kevana Zêrîn derbarê xebatên 8'ê Adarê de gotin:"Ji bo em rihekî berxwedêr 8'ê Adarê pîroz bikin em hewl didin. Em hêvî dikin ku ev 8'ê Adarê bibe sedema azadî û aştiyên mayinde."
 
'Ji bo 8'ê Adarê dê jin dakevin qadan'
 
Endama Kevana Zêrîn Ronehî Şêxo bi lêv kir ku bi nêzîkbûna roja 8 adarê ew xebatên xwe didomînin û vê rojê bi taybet li jinên Efrînê pîroz dike û wiha got:" Ji bo 8'ê Adarê wê Koma Şehîd Hêva û Berçem a Muzîkê stranên xwe bibêjin. Ew ê lîstika şanoyê ya bi navê "Lêgerîna Jina Azad" bê lîstin. Her wiha hunermendê stranên xwe yên derbarê Efrînê de dê bibêjin. Ji bo 8'ê Adarê dê jin dakevin qadan."
 
Li aliyekî din jî xebatkara beşa govendê Filê Ebdo nêrîna xwe bi me re li ser 8'ê adarê parve kir û got:”Weke jina Kevana Zêrîn em amadekariya 8'ê adarê dikin me govendên xwe amade kiriye." 
 
Endama koma Berçem Mîdiye Çewîş axivî û got:”Dema li Efrînê me çanda xwe tu carî bernedan, piştî hatina me li Şehbayê em hîn xurtir bûn ku dîsa karê xwe berdewam bikin û me hêz û îrade ji gelê xwe digirt, em tu carî lewaz nakevin û em ji Erdogan re dibêjin hêza me tu carî naşikê, em ê bi stran û govendên xwe û bi tiştên xwe yên folklorî roja 8'ê Adarê bi gelê xwe re parve bikin.
 
Her wiha Endama Rêveberiya beşa şano ya Kevana Zêrîn Zeyneb Mihemed di derbarê beşa şanoyê de wiha got:” Beşa şanoyê jî amadekariya 8'ê adarê roja cejna jin a cîhanî dike, şano bi navê nînika lêgerînê ye, ev şano li ser legerîna jina azad ji du kesan pêk tê jinek bi hêz û yek  lewaz e."
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb got:” Armanca me ji vê şanoyê em nameyekê bidin ku tu carî jin lawaz nîne lê hin kes dixwazin her tim jin bikeve û weke tê zanîn di şoreşa Rojava de jin pêşeng bû û di Efrînê de jî weke Aveste, Barîn bûn pêşengên berxwedana Serdemê me jî xwest bi riya şano mafên jinên ku bûne lehengên berxwedana serdemê bidin, em weke jin tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin. 
 
Endama Rêveberiya Xweser Esmahan Ehmed a ku ji bo şopandina amadekariya Kevena Zêrîn nêrîna xwe bi me re parve kir, got:”Weke Rêveberiya Xweser em ji bo şopandina amadekariya Kevena Zêrîn û nirxandina wan em amade bûn, li gor derfetên kêm Tevgera Kevana Zêrîn xwe baş amade kirin. Bi hemû cûreyên xwe yên hunerî ji bo 8'ê adarê di nava tevgerê de ne."