Ji namzetên hevşaredariyê bang: Dengê Leylayê bilind bikin

  • 10:00 5 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya  Wanê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û dengê Leylayê di vê rojê de carek din bilind bikin.
 
Bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewam dikin û jin xwe amade dikin ku dakevin qadan. Hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê jî nêz bûne û namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê jî wê bi jinan re bin. Namzetan ji bo Leyla Guven ku 118 e roje ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ye, banga bilindkirina têkoşînê kirin.
 
‘Heta tecrîd rabe wê jin li qadan bin’
 
Namzeta hevşaredariyê ya Îpekyolê Şehzade Kurt diyar kri ku 8’ê Adarê ya ku bi bedelên mezin hatiye bidestxistin tê wateya têkoşînê û got jin wê îsal li dijî tecrîdê dakevin kolanan û wiha got: “Jin wê ji bo piştevaniya Leyla Guven û girtiyan li qadan bin. Em wek jinên kurd em ê di 8’ê Adarê de govenda xwe bigerînin lê bi taybet em ê ji bo azadiyê li qadan bin. Ji ber vê wê jin bi reng, deng û zimanê xwe li qadan bin.”
 
Namzeta hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş jî bi lêv kir ku wê bi dirûşma ‘em hene, em ê hebin’ 8’ê Adarê pîroz bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têdikoşin. Ligel vê em li dijî pergalê jî têbikoşin. Têkoşîna me jinan têkoşînek pir alî ye, her qada jiyanê ji bom e qada têkoşînê ye. Sedsala 21’ê wê sedsala jinan be. Em ê di 8’ê de li qadan bin û her derê bi reng, hêz û mêjiyê jinê ava bikin.”
 
‘Em ê di 8’ê Adarê de bibin dengê Leylayê’
 
Namzeta hevşaredariyê ya Artemîtê Gulcan Kaçmaz jî daxuyakirin ku wê dengê Leyla Guven ya 118 roje di grevê de ye bilind bikin û got wê di 8’ê Adarê de ji bo bibin dengê Leyla û hevalên wê, li qadan bin.