Ceylan Aslan: Jin bi qurdeleya mor dê di 8’ê Adarê de bikevin grevê
- 09:29 5 Adar 2019
- Rojane
Berîtan Elyakut
AMED - Li Stenbolê piştî hevdîtina 164 saziyên jin û LGBTÎ şûnde biryara ‘greva jinan’ hat girtin û îsal wê di 8’ê Adarê de bikeve jiyanê. Endama DAKP’ê Ceylan Aslan got: “Me qurdeleyên mor ê vê grevê nîşan dide belav kir. Jinên di grevê de divê qurdeleyên mor bi xwe vebikin û li her qada lê ne saetekê jiyanê bidin sekinandin.”
Der barê greva ku dê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bikeve jiyanê de Endama Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) Ceylan Aslan axivî. Ceylanê destnîşan kir ku ew 8’ê Adarê wek dîroka berxwedanê digirin dest û got tişta ku 8’ê Adara îsal ji salên din cudatir dike, berxwedanên grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirinê ye. Ceylanê bi lêv kir ku ew îsal bi çalakiyên greva birçîbûnê 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
‘Jinê bi qurdeleya mor wê di 8’ê Adarê de di grevê de bin’
Ceylanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Stenbolê bi 164 saziyên jin û LGBTÎ re hevdîtin pêk anîne û jinên Amedê tevlî bûne pirsgirêkên jinan ên herêmê girtine dest û wiha pê de çû: “Yek ji biryarên girîng ê encamnamê biryara grevan bû. Jinên cîhanê ji xwe xebata pêkanîna grevekê dimeşandin. Me jî îsal pêşengiya vê kir û me ji bo avêtina pêngavê xebat meşand. Me qurdeleyên ku vê çalakiyê nîşan didin belav kir. Jinên qurdeleyên mor bixwe ve bizeliqînin wê nîşan bidin ku di grevê de ne û li her qadê wê saetekê jiyanê rawestînin. Yên ser kompîtirê wê kompîtirê bigirin, yên malê wê dest ji kar berdin.”
Ceylanê bi lêv kir ku ji bo ku jin di 8’ê Adarê de destmala mor li şaneşînan bidaliqînin jî xebat meşandine û got: “Ev jî tê wateya ku li vê malê jî grev heye. Em ê di 8’ê Adarê de bingeha vê jî ava bikin. Çalakiya Leyla Guven ketiye roja 118’an. Em bi van grevan 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Me endamên DAKP’ê Leyla ziyaret kir. Şîara me ya îsal ‘Ji bo azadiyê di berxwedanê de, jin di grevê de ne’. Ez bang li hemû jinan dikim ku jin di 8’ê Adarê de tevlî mîtîngê bibin. Em bibin dengê Leyla û hevalên wê.”