Şervîn Cûdî: 8’ê Adarê cejna serkeftin a jinên têkoşer e

  • 09:27 5 Adar 2019
  • Rojane
Rûken Goman 
 
BEYRÛD - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Şervîn Cûdî wate û cûdabûna 8’ê Adara 2019'an şîrove kir û wiha  got:"Bi rihê Leyla Guven û hemû berxwedêrên di zindanan de ji bo xwebûna gelê me  û azadiyê rêberê me misoger bibe, em ê li qadan bin û li berxwe bidin. Agirê şoreşa jinê di 8’ê Adarê de em ê geş bikin û rêberê xwe azad bikin."
 
Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê ya Lubnanê Şervîn Cûdî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, wekî cejna vejînê ya serkeftinên jinê û şikandina pergala tarîtiya li ser jinan, pênase kir û got: "8’ê Adarê cejna serkeftin a jinên têkoşer e û di vê rojê de ji bo şikandina pergala tecrîda li ser Rêber Apo hemû jinê derkevin qadan."
 
'Jinên têkoşer di 8'ê Adarê de bi eşqa jiyana azad qêriyan'
 
Şervîn Cûdî wiha got:"8’ê Adarê ya îsal bi rengekî tijr têkoşîn û berxwedan tê pêşwazîkirin. Jina kurd di vê salê de xwe  bi rêxistin kir û pêşengtî ji hemû jinên cîhanê re kir. Di qadên leşkerî û siyasî de xwe bi rêxsitin kir. Di nav 7 salên şoreşê de jinê li Rojavayê Kurdistanê berxwedan, vîna xwe bi eşqa şoreşgerî ji  bo jiyana azad da diyarkirin. Bi rihê Barîn, Avesta û Arîn Mîrkan di Şoreşa Rojava de ev yek heqîqeta wê jinê da diyarkirin.Jinên têkoşer di 8'ê Adarê de bi eşqa jiyana azad qêriyan. Jin ji koletiyê hatin rizgarkirin. Pêşengtiya Tevgera jinê ya di nav Şoreşê de û dengvedana wê ya di cîhanê de careke din  di şexsê têkoşîna jinê de hat xuyakirin. Di 8’ê Adarê ya îsal de jinê bi qehremantiya xwe li dijî xeta terorê û pergala tarîtiyê li berxwe da. Dema em merheleya dijwar a ku îro em tê de derbas dibin em dinirxînin em dibînin ku 8’ê adarê bûye rihê berxwedana bi hezaran jinan.”
 
'Felsefe û îdeolojî ya azadiyê di mêjiyê jinê de cihê xwe girtiye'
 
Şervîn Cûdî bal kişand  ser têkoşîna Parlamentara HDP’ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku îsal mohra xwe li berxwedanê daye û wiha domand: “Di 8’ê Adara îsal em dibînin ku Leyla Guven bi berxwedana xwe mohr li binê serkeftinê xistiye. Leyla  Guven têkoşîneke bê hempa li hemberî pergala zordariyê dide meşandin. Ev rih û eşqa jiyana azad a ku têkoşîna jinê di hundirê xwe de mezin kiriye, îro di şexsê Leyalayê de tê xuyakirin. Felsefe û îdeolojî ya azadiyê di mêjiyê jinê de cihê xwe girtiye. Jin ji îradeya xwe bawer e. Ji bo wê jî jinên weke Leyla Guven layiqî têkoşîna 8'ê Adarê ye.”
 
‘Em ê 8’ê Adarê bikin cejna azadiya Rêber Apo’
 
Şervînê herî dawî wiha got: "Bangewaziya me ji bo hemû jinên cîhanê heye ku bi rihê Leyla Guven û hemû berxwedêrên di zindanan de derkevin qadan û ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe li berxwe bidin. Em ê cejna 8’ê Adarê bikin cejna azadiya Rêber Apo.”