'JIN TV deng û rengê rastiya jinê ye'

  • 09:26 5 Adar 2019
  • Rojane
AMÛDÊ - Xebatkarên JIN TV'yê yên li Amûdê derbarê rol, misyon û girîngiya televizyona jinê JIN TV'yê de gotin:"Em hewl didin ku ji ragihandina rastiya jinê re bibe bersiv. Em dixwazin ber bi serkeftinekê ve bibin gaveke mezin."
 
Televizyona jinê JIN TV a ku her rengê jinê di nava xwe de dihewîne bi bernameyên cur be cur û dewlemend weşana xwe didomîne. Xebatkarên JIN TV'yê yên li Amûdê derbarê rol, misyon û girîngiya televizyona jinê JIN TV'yê de axivîn û gotin:"JIN TV deng û rengê rastiya jinê ye. Em ê her ji bo ragihandina rastiyê bixebitin."
 
'JIN TV rêya jinê ronî dike'
 
Helîn Came got:"Ez bernameyan pêşkeş dikim, montajê dikim û wekî din kar hebe bi dildarî dikim. Armanca televizyona jinê ew e ku bibe dengê hemû jinên li cîhanê. JIN TV rêya jinê ronî dike. Loma vekirina wê gelek girîng e. Ji ber ku Pêwistiyek mezin a civaka me bi Jin TV heye. Ji bo zehmetiyên ku jin pê rû bi rû dimînin derkevin holê û her wiha ji bo behre û keda jinê derkevin holê JIN TV girîng e. Di civaka ku em niha di nav de dijîn de gelek kêmasî û qelsî ji hêla rêng û naskirina rastiya jinê ve derdikeve holê. Desthilatiya mêr rol û misyona jinê tune hesibandiye. Loma ji bo ku JIN TV rol û misyona jinê derxe pêş hatiye vekirin. Vekirina JIN TV li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo jinên kurd û hemû jinên pêkhateyan gavek pêşketî û mînak e. Di JIN TV'ê de bi bernameyên bi zimanên cuda, rengê her pêkhatiyên jin tên pêşandan. JIN TV li Amûdê, Herêma Firatê, Şehbayê û Reqayê  heye. JIN TV'î li dijî yek rengiyê ye. Loma her rengî û her kêliyên jinan di jiyanê de hembêz dike.”
 
'Xebata ji bo JIN TV'yê ji bo min şanazî ye'
 
Her wiha xebatkara JIN TV'yê Rodî Hiso wiha hestên xwe anî ziman: "Xebata ji bo JIN TV'yê ji bo min şanazî ye. Jin bi gelek zilim û zordestiyê  rû bi rû hatiye hiştin. Karê min jî montaj e. Heta  ku ez fêrî karê xwe bûm min zehmetî dît, lê niha ji bo min ev kar hêsan tê, ez dixwazim di her beşê TV'yê de xwe pêş bixim. Di JIN TV de bernameyên siyasî, dîrokî, civakî, tendurstî, dosya û nûçe bi zimanên cuda tên çêkirin. Ji ber ku hevalên me hemû jin in, em hîn bêhtir ji hev fam dikin, bi hev re dibin alîkar û bi hev re rehet in. Ev yek jî, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”
 
'JIN TV rastiya jinê di her civakê de radixîne ber çavan'
 
Xebatkara JIN-TV Mêdiya Melik jî diyar kir ev bi hazarên salane jin hatiye kolekirin û wiha got: "Min xwest ku ez di JIN-TV de kar bikim, ji ber ku kar ji bo jinê tê kirin. Ev hezar sal in jin tê koledarkirin û bi serweriya zilam re tê mehkûmkirin. Ji ber vê yekê me xwest ku em bi rêya JIN-TV têkevin nav her civatê û malê de rastiya xweşî û nexweşiyên jinê raxînin ber çavan. Dema ku em diçin nav jinan û bi wan re hevpeyvîn dikin, pirsa yekem ji me dikin 'Hûn girêdayî kîjan TV ne?'. Dema ku em  dibêjin JIN-TV gelek kêfxweş dibin. Em jî xwedî hêvî ne ku em ji her jinê re bibin bersiv û bibin rûyê rastiya wan. Ez bang hemû jinan dikim ku  JIN-TV temaşe bikin û xwedî û li rastiya xwe derkevin. JIN TV rastiya jinê di her civakê de radixîne ber çavan."
 
'JIN TV gavek mezin a ber bi azadiyê ve ye'
 
Jina bi navê Zehra Ebd El-Tîf temaşevana JIN TV jî nêrîna xwe di derbarê JIN-TV de anî ziman û wiha got:“Vekirina JIN-TV ji bo jinan gaveke gelekî pêşketiye û girîng e. Bername û sîstema wê gelek baş e. JIN- TV ji jinan dibe alîkar,  ji bo rastiya xwe nas bikin û xwe pêş bixin gavek baş e. JIN TV gavek mezin a ber bi azadiyê ve ye. Wê JIN-TV bandoreke mezin li ser civaka ku jin hina tê de bi koletiyê re ru bi ru dimîne bike. JIN- TV ji bo hemû jinên cîhanê ye. Rengê jinê bi her zimanî tê dayîn, ev yek jî dihêle ku yekbûna jinan çê bibe û naskirin û têkiliya di navbera  jinan  pêş bikeve.”