ROJEVA 5'Ê ADARA 2019'AN

  • 09:00 5 Adar 2019
  • Rojev
*Xebatkara Dirûngeha Lîlitê Warbîn Îbrahîm derbarê xebatên Dirûngeha Lîlitê de da zanîn ku ji bo debarê xebat pêwist e û wiha got:"Ji bo jin bixebitin û debara xwe bikin qadên xebatê divê hîn zêde bibin. Dirûngeha Lîlitê ji bo jinan dibe çavkaniya debarê. Jin  bi piştevaniyek xurt li Dirûngeha Lîlitê dixebitin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Kobanê derbarê 8'ê Adarê anîn ziman ku ew dixwazin li her qadên cîhanê xwe bi awayekî azad bikaribin îfade bikin û wiha gotin:"8'ê Adarê bila bibe hêviya azadî û aştiyê."DÎMEN HEYE
 
*Xebatkarên JIN TV'yê yên li Amûdê derbarê rol, misyon û girîngiya televizyona jinê JIN TV'yê de gotin:"Em hewl didin ku ji ragihandina rastiya jinê re bibe bersiv. Em dixwazin ber bi serkeftinekê ve bibin gaveke mezin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Mêrdînê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de axivîn û anîn ziman ku dê îsal bi rihê Leylayan biçin 8’ê Adarê.  BI DÎMEN 
 
*Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Şervîn Cûdî wate û cûdabûna 8’ê Adara 2019'an şîrove kir û wiha  got:"Bi rihê Leyla Guven û hemû berxwedêrên di zindanan de ji bo xwebûna gelê me  û azadiyê rêberê me misoger bibe, em ê li qadan bin û li berxwe bidin. Agirê şoreşa jinê di 8’ê Adarê de em ê geş bikin û rêberê xwe azad bikin."DÎMEN HEYE
 
*Li Stenbolê piştî hevdîtina 164 saziyên jin û LGBTÎ şûnde biryara ‘greva jinan’ hat girtin û îsal wê di 8’ê Adarê de bikeve jiyanê. Endama DAKP’ê Ceylan Aslan got: “Me qurdeleyên mor ê vê grevê nîşan dide belav kir. Jinên di grevê de divê qurdeleyên mor bi xwe vebikin û li her qada lê ne saetekê jiyanê bidin sekinandin.”DÎMEN HEYE
 
* Jinên çûn serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di grevê de ye, diyar kirin ku tecrîd polîtîkaya afirandina tirsê ye, lê wan ji berxwedana Leylayê cesaret girtine.DÎMEN HEYE
 
* Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr diyar kir ku îsal di bin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û sedan girtî de 8’ê Adarê pîroz dikin û wiha got: “Leyla Guven bi berxwedana xwe ji bo me û têkoşîna jinan rûpelek nû vekir. 8’ê Adara 2019’an di vî alî de girîng e.”DÎMEN HEYE
 
*Rosa Luksemburg yek ji jinên ku têkoşîna jin û çînî heta îro aniye û navê xwe li dîrokê nivîsî ye. Rosa ku dewleta mêr û mîlîtarîz têk bir, mîrateya wê di sedsala 21’ê de hîna zîndî ye û têkoşîna ku wê li dijî desthilatdariya mêr meşandibû tu car neqedand. BI DÎMEN
 
*Derbarê mamoste G.I ya li Nisêbînê li dibistanek seretayî mamostetî dikir ji aliyê 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê ve bi hinceta ‘ji bo partiya siyasî faliyet meşandin’ doz hat vekirin û di dozê de hat xwestin ku heta salekê pêşketina qademaya wê bê sekinandin ceza hat xwestin. Der barê vê de parêzerê G.I serî li dadgeha îstînaf da û hat dîtin ku dadgehê ceza red kiriye.
 
*Polîs Zekeriya K. ji doza tacîzkirina zayendî ya 4 jinan dihat darizandin. Parêzer Sedat Anaran diyar kir ku berê jî sabika gumanbar a ji tacîza zayendî heye.
 
*Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Stenbolê ku cara yekem pêk tê,di 8’ê Adarê de wê tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van fîlman fîlmê ‘lîstikên bê sînor’ yê Elîf Yîgît e. Elîf Yîgît bang li hemû kesî kir ku di 8’ê Adarê de bên fîlmên derhênerên jin temaşe bikin. BI DÎMEN