Çalakiyên 8’ê Adarê li Kobanê didomin
- 16:28 4 Adar 2019
- Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi nêzikbûna 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê çalakiyên xwe didomîne.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star ên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê panel hat lidarxsitin. Panêl bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Pişt re endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rewşen Hacim wiha axivî:" Ji bo ku jin rojeke cuda ji bo xwe veqetînin têkoşîneke pir mezin dan meşandin û berdêlên giran jî dan. Lê 8’ê Adarê bi rihê jinên berxwedêr yekîtiya jinên cîhanê da ava kirin. Ji bo vê jî em ê jin her tim rihê xwe yê berxwedanê bilindtir bikin da ku em bigihên armancên xwe."
Her wiha endama Partiya Sûrîya Pêşeroj Ronahî Kenan jî wiha got:"Di destpêka avakirina gerdûnê de, axa ku şaristanî û keşifên niha di destên me de hene ji Rojhilata navîn derketin. Hemû jî bi destên jin hatin îcadkirin. Lê di encama zihniyeta desthilatdar de, jinan ew keşifên xwe hemû winda kirin. Lewra jî divê em bi rihê 8’ê Adarê ji bo vegerandina mîrasa xwe têbikoşin."
Paşê Lîlav Îsa endama Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî wiha qala Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li pêşiya jinan derfetên nû vekirin, jinan di warê siyasî, leşkerî, rêxistinî, diplomasî û civakî xwe rêxistin kirin. Jinan hêz û bawerî girtin ku di hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşengtiyê bikin."
Di heman demê de endama Partiya Çep ya Kurdên Sûrî Soniya Ibrahîm jî ev yek got:"Li seranserî cîhanê jin ji mafê xwe hatibûn qutkirin, tenê li gor şert û zagonên mêran dijîn. Lê piştî ku jin ketin ferqa vê yekê de dest bi dada xwestina mafên xwe kirin. Ji bo vê jî rewşa ku niha em tê de û serkeftinên ku me bi dest xistine hemû di encama têkoşîna sedan sale. Lê dîsa jî em hîn negihane rastiya xwe. Divê em dest ji têkoşîna xwe bernedin û em bi ser kevin."
Piştî axaftinan di derbarê nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dîroka 8’ê Adarê de sinevizyon hat temaşekirin. Panel bi pêşkêş kirina lîstika Koma Yekta ya Şanoyê bi dawî bû.