Ayşe Surucu: Tecrîd sucê mirovahiyê ye
- 16:23 4 Adar 2019
- Rojane
RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, li pêş girtîgehê daxuyanî da û bang li Wezareta Dadê kir. Ayşe, anî ziman ku li gorî zagonan mafê hemû girtiyan heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin bike û wiha got: "Lê Birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Em li gel hevrêyên xwe ne. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê demek berî demekê ev tecrîd bê rakirin."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, 117 rojin di grevê de ye. Hat diyar kirin ku hemû girtiyên li Girtîgehên Tîpa T a Hêjmar 1-2 a Rihayê û Girtigeha tîpa T a Sîweregê ketine greva birçîbûnê. Di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan girtî ketin greva birçîbûnê. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Nusrettin Maçin li pêş Girtîgeha tîpa T a Rihayê daxuyanî da çapemeniyê. Ayşe Surucu li pêş girtîgehê bang li Wezareta Dadê kir û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin û gavên çareseriyê bavêjin. Surucu wiha got: "Bedena hevalên me her roj dihile. Daxwaza tevan yek e. Ew jî rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Em li pêş Girtîgeha Rihayê bang li Wezîrê Dadê dikin. Em dibêjin guh bidin zagonên dewletê û li gorî zagonên dewletê tev bigerin. Mafê girtiyan ên hevdîtina malbat û parêzeran nas bikin. Lê Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji ber tecrîdkirina Ocalan bi sedan hevalen me di grevê de bedena wan dihile. Em carek din li vir dengê xwe bilind dikin. Hevalên me yên li girtîgehê ne bi tenê ne. Tecrîd sucê mirovahiyê ye. Demek berî demekê tecrîdê rakin."