Eleqeya gel a ji bo namzedên HDP'ê naqede

  • 15:28 4 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên hilbijartina heremî ya 31’ê Adarê ku wê pêk bê li kolan û taxan didomînin didomîne.
 
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên hilbijartina heremî ya 31’ê Adarê  didomîne. HDP’yî yên ku diçin xebatên hilbijartinê dikin ji hilbijêran piştgiriyê dixwazin. Namzetên hevşaredar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, Namzetên Hevşaredar ên Şaredariya Artukluyê Fatma Yilmaz û Nurattîn Turgay û HDP’yî çûn serdana  Metropola Xrîstiyanan a Mêrdînê û Salîba Ozmen ziyaret kirin. Li vir Namzetê Hevşaredar ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, axaftinek bi  kurtasî kir. Ahmet, hêvî kir ku ev hilbijartin bibe hilbijartinek demokratîk û wiha got: “Armanca me têkoşîna demokrasiyê ye. Em hêvî dikin ku li ser vê axê rojekê azadî û demokrasî çêbibe.”
 
'Kes ne kêfxweş e û em jî ne kêfxweş in'
 
Piştî Ahmet Turk  Salîba Ozmen axivî û got ku daxwaza wan ew e ku demokrasi û azadî çêbibe û wiha berdewam kir: “Rewşa Tirkiyeyê ne başe. Em dixwazin ku rewşa Tirkiyeyê demildest zû bê sererastkirin. Em dixwazin ku di navbera mirovan de hezkirin, hurmet û piştgirî hebe. Dema li vî welatî kesek ne kêfxweş be, wê demê em hemû kêfxweş nînin.” Piştî axaftinên hatin kirin girse çû Odeya Pîşesazan û Bazirganiyê ya Mêrdînê ziyaret kir. Li  vir jî piştî sohbetên hatin kirin li Mêrdîna Jor esnaf hatin ziyaretkirin.  
 
Qoser
 
Namzetên hevşaredar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag piştre derbasî naçveya Qoserê bûn û li vir jî esnaf ziyaret kirin. Namzetên hevşaredar ên Şaredariya Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û Salih Kuday, rêvebirên HDP’ê û gelek kesên din tevlî serdanê bûn. HDP’yî li vir ji aliyê esnaf û gelan ve eleqeyek mezin dîtin. Di dema serdanê de HDP'yî bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin. 
 
Esnaf û welatî pirsgirêkên ku dijîn bi namzetên hevaşaredariyê re parve kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Girse piştre derbasî buroya hilbijartinê ya ku li Qoserê hatibû vekirin bû.