Komîsyona Bawerî û Gelan: Em ê serî hildin, em dev ji axa xwe bernadin

  • 15:19 4 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Gel û Baweriyan a Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bertek nîşanî gotinên Erdogan da û got: "Yên ku ji vê axê biçin hûn in" û dê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin. 
 
Endamên Komîsyona Bawerî û Gelan a Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li dijî gotinên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku di mitînga xwe ya Artvînê de gotibû "Li welatê me herêmek bi navê Kurdistan nîne. Hûn dixwazin biçin Li Bakurê Iraqê Kurdistan heye. Bicihimin biçin wir" civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva Erdogan dan. Civîn li otelek Taksîma Stenbolê pêk hat. Nûnerên bawerî û gelên cuda beşdarî civînê bûn û pankarta "Gelên qedîm xwedî li çand, dîrok û şaristaniya xwe derdikeve" daliqandin. 
 
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Azad Bariş ê ji çapemeniyê berpirsyar ku ji civaka êzidî ne got ew li dijî gotinên Erdogan ên li dijî partiya wan hatine gel û vê civînê li dar dixin.
 
 Azad da zanîn ku ew êzidiyek e û wiha got: "Malê me, gorên me li ser vêaxê ne. Em xwediyên herî kevnare yên vê axê ne. Ne hedê kesî ye me ji ser vê axê biajo. Gotinên Erdogan dixwaze çinaran bişewitîne. Di çanda êzidiyan de gotine xweş heye; dibêjin 'Agir dide jiyandin.' Agir ne ji bo şewitandina daristanan e. Wê ev gel destûrê nedin we hûn daristanan bişewitînin. Wek êzidî bersiva em didin we ev e; werin em gorên xwe yên li ser vê axê bijmêrin. Yên ku ji ser vê axê biçin hûn in. Hûnê hedê xwe bizanibin hedê xwe. Kesek ku wê ji ser vê axê biçe tu bi xwe yî." 
  
 Azad destnîşan kir ku gotinên Erdogan li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye û got: "Ev sûcê nefretê ye. Erdogan sûc dike. Em ê der barê Erdogan de giliyê sûc bikin." 
 
Azad diyar kir ku Erdogan li parçebûnê ye û got: "Erdogan em ê te ji hev belav bikin. Em ê li Kurdistanê bijîn. Hrant Dînk digot 'Raste çavê me li vê axê ye. Lê ji bo em li vê axê bên veşartin çavê li axê ye.' Em jî dibêjin ji bo çavê me li vê axê ye û em li vê axê bên veşartin em hene. Em ê li vê axê bijîn û qet û qet sirgûnê qebûl nekin. Ji bo berxwedanê çi li pêşiya me hebe em ê bikin. Çimkî em gel in û tu xedarî. Yê ku biçe tu yî. Em ê ji vir neçin." 
 
Piştî axaftian  Azad, nûnerên gel û baweriyên din jî axivîn. 
  
Nûnerê civaka suryanî Edîp Arslan jî bi bîr xist ku ji sedî 95'ê suryaniyan ji ber zilmê ji vê axê reviyan çûn û got: "Dema min li Mêrdînê dibistana seretayî dixwend, hejmara me ji 50 hezarî zêdetir bû. Em li herêma Colemêrgê 30 hezar kes hebûn. Niha ancak 3 hezar kes li wan herêman hene. Tê gotin 15 hezar suryanî li Stenbolê hene, lê hemû hatine pişaftin. Belê çavê me di vê axê de ye û ez dixwazim li gundê xwe bêm veşartin. Ji bo vê yekê jî em aştiyê dixwazin." 
  
Endamê Komeleya Elewiyên Demokratîk Huseyîn Ozcan jî got: "Kesek ku ji ser vê axê biçe hebe ew jî Erdogan e. Ev ax têra me hemûyan dike. Lê ku têra kesekî nake li Gurcistanê gelek ax heye bila biçe wir." 
  
Ji civaka Laz Aylin Hacaloglu jî wiha got: "Mafê hemû gelan heye li ser vê axê bi hev re bijîn. Erdogan di vê mijarê de nexwedî erk e. Wê gel biryara vê bidin. Erdogan li dijî hemû gelan zimantujiyê dike. Divê ku têkiliya navbera gelan dînamît neke." 
 
Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD) Abdulhekîm Daş jî di civînê de axivî û wiha got: "Tirkiye baxçeyê gelan e. Yek ji gelên herî qedîm ên vê axê gelê kurd e. Erdogan dibêje 'me bi qeyûman şaristanî anî.' Em jî dibêjin zimanê kurdî zimanê şaristaniyê ye. Me beriya qeyûman şaristaniyê dît û dinasî. Erdogan bi van gotinên xwe heqaretê li gelê kurd dike."