Ji bo grevên birçîbûnê bang li Wezareta Edaletê hat kirin: Divê demildest gav bê avêtin
- 14:38 4 Adar 2019
- Rojane
WAN - Tevî HDP û DBP'ê gelek partiyên siyasî û saziyên civakî yên sîvîl, li Wanê ji bo Leyla Guven a ku ev 117 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Wezareta Edaletê demildest gav biavêje.
Tevî HDP û DBP'ê gelek partiyên siyasî û saziyên civakî yên sîvîl, li Wanê ji bo Leyla Guven a ku ev 117 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Wezareta Edaletê demildest gav biavêje. Tuyad- Der, KCD, Şaxa Egitim Sen a Wanê, Şaxa Tum Bel Sen a Wanê, Şaxa Yapi-Yol Sen a Wanê, Şaxa Haber-Sen a Wanê, Şaxa SES'ê ya Wanê, Şaxa Orkam Sen a Wanê, Şaxa BES'ê ya Wanê, Nûnertiya BTS'ê ya Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azad, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Meya Der, TJA, DÎSA Der û gelek komele û sendîka beşdarî daxuyaniyê bûn.
'Em welatê herî bê tecrube yê cîhanê ye'
Di daxuyaniya ku li Avahiya KESK'ê ya Wanê hat dayin de Hevserokê Şaxa TUYAD-DER ê Wanê Onder Sogukbulak, axivî û got:"Em di pêvajoyek ku grevên birçîbûnê di rojevê de ne ye. Mixabin dema em li rabirdûyê dinêrin gelek kesên ku ketibûn greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha grevên birçîbûnê bûbûn sedema seqetbûyina gelek kesî. Loma em bi fikar in ku di vê serdemê de jî bûyerên bi vî rengî biqewime. Em tînin bîra raya giştî ya Tirkiyeyê ku ji jiyanê wêdetir tiştekî girîngtir tune ye. Ez banga hestiyariyê dikim ku hemû kes di vî warî de peywira xwe bînin cih."
Onder di daxuyaniyê de xwest ku ev xwestek bênin cih:
"*Divê kesên di girtîgehê de di greva birçîbûnê de ne li gor rêgezên neteweyî û navneteweyî kontrola wan a tenduristiyê bên kirin û ji aliyê hekîmên bê alî werin muayenekirin.
*Ji bo pêşi li seqetiyan bên birîn divê teqez av, xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B1 bidin girtiyan.
*Ji bo ku mirin û seqetbûyin pêk nê em hewldanek hestiyarî daxwaz dikin.
Onderê ku bang li hukumetê kir wiha got:"Ji bo ku Leyla Guven û rêhevalên wê yên di greva birçîbûnê de li jiyanê bimînin divê ji bo tecrîdê çareserî bê dîtin. Em mafê jiyanê diparêzin.
Onder axaftina xwe bi van du risteyên Yaşar Kemal bi dawî kir:
"Çiya, mirov û her wiha heta ku mirov jî ger westiyabin,
Niha helbesta herî xweş azadî ye."