TJA: Berxwedana li dijî tecrîdê bi tundî û binçavkirê têk naçe

  • 14:07 4 Adar 2019
  • Rojane
AMED -  TJA'yê bertek nîşanî binçavkirina 5 kesên ku li avahiya HDP'ê ji bo piştevaniyê dest bi grevê kirin da û got; "Divê ku bê zanîn têkoşîna jinan a li dijî tecrîdê bi binçavkirin, gitin û tundiyê nayê têkbirin."
 
Çalakiya Grea birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 117'emîn de berdewam dike û piştevaniya bi vê çalakiyê re jî di serî de li girtîgehan roj bi roj li her derê berlav dibe. Duh bi heman armanca piştevaniyê di pêşengiya parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim dag de li avahiya HDP'ê ya Amedê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û 5 endamên HDP'ê ku bi Dêrsim dag re dest bi grevê kirin hatin binçavkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 5 ku dest bi greva birçîbûnê kirin da. 
 
'Hikûmet ji pêşngtiya jinê ditirse'
 
TJA'yê bi daxuyaniya xwe bal kişand ser zextên hikûmetê û wiha got:  "Ji êrîşa li dijî vê çalakiyê heta dorpêçkirina avahiyên partiya me, eşkere dibe ku faşîzm çiqasî ji berxwedana bi pêşengiya jinê ditirse. Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê bi binçavkirin, girtin û zextê ti carî nikare bê astengkirin. Têkoşîna me wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome."
 
'Piştgiriyê bidin Leyla Guven'
 
TJA'yê ragihand ku bidawîkirina tecrîdê wê were wê wateyê ku yek ji astengiyên li pêşiya hêviya jiyana bi hev re û esareta civakî ya Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji holê bên rakirin û di daxuyaniyê de ev bang kir: "Em bang li aştîxwazan bi taybetî jinan dikin ku li dijî êrîşên faşîzan li ber xwe bidin û bi biryardariya serketinê piştgiriyê bidin Leyla Guven û berxwedêran hemûyan."