Platforma Jinên KESK'ê ya Wanê starta 8'ê Adarê da
- 13:04 4 Adar 2019
- Rojane
WAN - Platforma Jinan a KESK'ê ya Wanê bernameya xwe ya çalakiyê 8'ê Adarê ku li 3 rojan belav kirin aşkera kir. Jinan diyar kir ku ew ê daxwazên xwe di 8'ê Adarê de li qadan biqîrin.
Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, bi daxuyaniya ku li avahiya xwe dan strarta çalakiyên ku wê di çarçoveya 8'ê Adarê de li dar bixin da. Daxuyaniya ku endamên platformê teli bûn li ser navê jinêna Fatma Arslan daxuyanî xwend. Fatma diyar kir ku ewê 8'ê Adarê li qadan bin û wiha got: "Em ê di 8'ê Adarê de li dijî xebata li gorî xwe, bê rê û rêbaz, bê ewlehî, li dijî qeydê, heqdestê kêm û krîza aborî li qadan bin û li keda xwe xwedî derkevin."
Fatma di berdewamiyê de got ku ew ê ji cemaweriyê de dest pê bikin û li dijî jiyanek bi rêbazên olî ew ê jiyaneke laîk, sekuler biparêzin û ew tu carî dest ji daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên xwe yên ku hatine xespkirin bernadin.
Fatma daxwazên jinan ên bi minasebeta 8'ê Adarê jî rêz kirin. Hin daxwazên jinan ku derketin pêş wiha ne:
"*Divê 8'ê Adarê bibe betlana fermî,
"*Ji bo karê wekhev heqdestekî wekhev bê dayîn,
* Sererastkirinên derbarê tundiya li cihê kar, cudakarî û astengkirina mobîngê bên kirin,
*Pêşdibistanên zarokan ên cemaweriyê ku hatin girtin bila bên vekirin, li kargeha ku xebatkarên wê 50 kes û jê zêdetir be bila cihên lênêrtina biroj û pêşdibistan bên vekirin,
*Destûra welidînê bila derxînin 24 hefteyan,
*Astengiyên li dijî rêxistinkirina kedkaran ên wekî li pêşiya sendîkabûnê bên rakirin,
*Divê Komîsyona OHAL'ê ji holê bê rakirin û xebatkarên ji kar hatin derxistin li karên xwe vegerin,
* Bila di serî de Peymana Stenbolê hemû peymanên derbarê mafên jinan de hatin îmzekirin bikevin meriyetê."
Bernameya çalakiyên 8'ê Adarê ya Platforma Jinên KESK'ê wiha ye:
* 5'ê Adarê de bi jinên KHK'yî re piştevaniya bi taştê, ı
*6'ê Adarê çalakiya faksê ya bila 8'ê Adarê bibe roja betlanê,
* 7'ê Adarê forma rêveberiyên xwecihî û jinê.
Piştî daxuyaniyê nameya dayika Oyku Arîn Eylem Şen ku şandibû hat xwendin û daxuyanî bi dawî bû.