Berxwedana Leyla Guven di roja 117'an de ye

  • 11:51 4 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 117'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 117'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike. 
 
'Daxwaza Leyla daxwaza me ye'
 
Heta roja îro hem ji Tirkieyê û hem jî ji dervê welat nûnerên gelek saziyan û kesên navdar hatin serdana Leylayê. Kesên ku piştevaniya Leylayê dikin dibêjin ku daxwaza Leylayê daxwaza wan e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmet dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin. 
 
Hunermend Kadîr Çat û ji Koma Pelê  Îlyas Arzu hatin serdana Leylayê û ji bo wê sitrana û strana ku Kemal Pîr ê di Zindana Hejmar 5 a Amdedê de ku bedena xwe da ber mirinê Mazlûm dogan ê ku di heman girtîgehê de bedena xwe kir agirê Newrozê vedibêje ya bi navê "Kemal Pîr Yoldaş(Hevrê Kemal Pîr)" gotin.  
 
Jinên ku ji Stenbol Îzmîr, Antalya, Mêrsîn û Edeneyê hatin ên hevkarên HDK'ê  û axtîvîstên TJA'yê yên ji Êlihê hatin, diyar kirin ku daxwazên Leyla Daxwazên Wan in û divê ku daxwazên wê bên qebûlkirin. 
 
Greva birçîbûnê roj bi roj belav dibe
 
Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 79'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 104'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 78'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 78'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 44'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 49'an de berdewam dike.
 
Duh li gel parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer  jî li avahiya HDP'ê ya Amedê  dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirin.  Piştî çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi ser çalakgeran de hat girtin û 5 çalakger hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
Ji 300'î zêdetir girtî di grevê birçîbûnê de ne
 
Li  girtîgehê her rojê komek din tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dibe.  Herî dawî ji girtîgeha Şakranê 8 girtiyan piştî 15'ê Sibatê dest bi grvê kir. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li  60 girtîgehan  321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ye. 
 
Herwiha di rojên borî de di daxuyaniya ku li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê hat dayîn de, hat diyarkirin ku girtiyên di girtîgehan de wê hemû dest bi greva birçûnê  bikin û di 2'ê Adarê de van girtiyan çalakiya xwe da destpêkirin. 
 
Divê gavên şênber bên avêtin
 
Li gel bertekên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.