Senem Çakas bû namzeta hevşaredariya Çewligê

  • 11:27 4 Adar 2019
  • Rojane
ÇEWLIG - Lîjneya Hilbijartinê ya Çewligê, Namzetiya HDP'ê ya Hevşaredara Çewligê Hatîce Kavran red kir. Li ser vê yekê HDP'ê Senem Çakas namzeta hevşaredariyê nîşan da. 
 
Namzetiya HDP'ê ya Hevşaredariya Çewligê Hatîce Kavran ji aliyê Lîjneya Hilbijartinê ya Çewligê ve hat redkirin. Li ser vê yekê Rêxistina HDP'a Çewligê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Namzete HDP'ê yê Hevşaredariya Çewligê Hişyar Ozsoy di civînê de axivî û got biryara hatiye girtin siyasî ye. Hişyar da zanîn ku ew wek HDP'ê xwe bi hêz ji hilbijartinê re amade dikin û ew ê li dijî biryarên nehiqûqî bi desteka gel dê bi ser kevin. 
  
Hişyar anî ziman ku li ser vê biryarê namzeta hevşaredariyê guhertine û li şûna Hatîce Kavran, Senem Çakas ji bo namzetiya hevşaredariyê nîşan dane û dê ji niha şûn ve bi Çakas re xebatên xwe berdewam bikin. 
  
Senem Çakas di sala 1988'an de li Navçeya Dara Hênê ya Çewligê hatiye dinê. Xwendina xwe heya lîseyê li Edeneyê temam kiriye. Di navbera 2008-2012'an de beşa îktîsadê ya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê xwend. Çakas ji sala 2014'an ve li herêma Çewlig û Edeneyê li ser navê HDP'ê xebatan birêve dibir. Her wiha Çakas di Meclîsa Jinan Kongreya Îslamî ya Demokrtîk jî cih girt.