Suleyman Soylu: Fermana girtinan min da

  • 09:43 4 Adar 2019
  • Rojane
ENQERE - Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu diyar kir ku endamên HDP'ê yên li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin li ser fermana wî hatin binçavkirin. 
 
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu beşdarî civîna danasîna namzetên partiya xwe ya li Navçeya Beypazari ya Enqereyê bû. Soylu li vir axivî û diyar kir ku HDP'ê ji bo hilbijartina herêmî bi CHP, Partiya ÎYÎ û Partiya Saadet re îtîfaq ava kiriye û vê îdayê kir: "Ji te re serokatî û ka endamtiya meclîsê. Kandîl û FETO jî destek didin îtîfaqê." 
 
Suleyman Soylu têkildarî greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê Dersim Dag û 5 endamên HPD'ê li avahiya HDP'a Amedê duh hatibû destpêkirin jî axivî û got: "Li bajarekî (Amed) di hundirê partiya xwe (HDP) de wê bikevin greva birçîbûnê. Min ji hêzên me emniyetê re got wan di nava nîv saetî de ji wir rakin. Beriya niha telefon hat. Wan ji wir hildan." 
 
Duh di saetên êvarê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê de girtibû û endamên HDP'ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer binçav kiribûn.