Girtiya hat tahliyekirin: Li girtîgehê hiqûqa dijminahiyê pêk tê
- 09:41 4 Adar 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Girtiyek jin ya ji girtîgeha Şakranê tahliye bû diyar kir girtiyên di greva birçîbûnê de têr vîtamîn nagirin û got: “Vîtamînên divê rojane bên dayîn, nayên dayîn. Her tim hiqûqê binpê dikin. Hiqûqek dijminahiyê pêk tê.
Girtiyek jin ya ji girtîgeha Jinan a Şakran ya Alîaga ya Îzmîrê hat berdan, ji ber ewlehiyê navê xwe neda û der barê grevên birçîbûnê de agahî da.
Jina girtî ya hatiye berdan wiha got: “Vîtamînên divê rojane ji bo girtiyan bên dayîn, nayên dayîn. Av û şekir bi awayekî ku nayê bikaranîn tevlihev dikin û didin girtiyan. Çalakiya greva birçîbûnê ya Gulten Akgul ketiye roja 69’an. Di 26’ê Sibatê de tansiyonê wê bilind bû û rakirin nexweşxanê. Dîsa anîn girtîgehê. Di devê wê de birîn çêbibûne. Gulten 20 sale di girtîgehê de ye. Şertên girtîgehê ji xwe bandor dike. Rahşan Aydin di roja 69’emîn a grevê de ye. Temenê hestiyê wê ji 18 salî biçûktir ket girtîgehê. Cezayê muebeta giran lê hatiye birîn. Niha dosya wê li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê ye. Ger bê erêkirin wê tenê bikeve hucrê. Testên hestî tên kirin. Ebru Guden jî di roja 69’emîn grevê de ye. 7-8 kîlo winda kirine. Moralê wan baş e. Li girtîgehê girtî dernedixistin tu tiştekî. Gardiyanan hiqûqa dijminahiyêk dianî. Girtî di grevên xwe de bi biryar bûn. Diyar dikirin ku heta tecrîd ranebe wê çalakiya xwe bidomînin.”
‘Fatma Ozbay ya nexweşa pençeşêrê di hucrê de tê girtin’
Xwişka Gulser Ozbay ya 36 sale li girtîgeha Şakranê girtiye, Fatma Ozbay jî 21 sale girtiye û nexweşxa pençeşêrê ye. Li şûna divê bê berdan li girtîgehê bi tena serê wê tê girtin. Dê û bavê wan, dema ew di girtîgehê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Neçûn cenazeya dê û bavê xwe. Fatma Ozbay salek û nîv berê ji girtîgeha Bayburtê birin Elezîzê. Tenê hat hiştin. Ji ber kemoterapî bedena wê de birîn çêbûn.Ligel refakat nehiştin. Divê bê berdan lê bernadin. Daxwaza wan eve ku sewqî girtîgeha Gebze, Bakirkoy an jî Şakranê bê kirin. an jî xwişka wê wek refekat bişînin cem wê. Lê mixabin tenê tê hiştin û bi israr hemû serlêdan tên redkirin.”